Xwişka Ocalan jiyana xwe ji dest da
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim li Amarayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim li Amarayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim dema danê êvarî li mala xwe ya gundê Amarayê nerihet bû, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetiyê. Piştî mudaxileya ewil, Yildirim şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan a Rihayê. Li gel hemû mudaxileyan jî Yildirimê nehat rizgarkirin.
Cenazeyê Yildirim rakirin morga nexweşxaneyê û tê payîn ku wê li Amarayê bê definkirin.