Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê li qadan bûn
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta kesên hatin windakirin pirsin.
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta kesên hatin windakirin pirsin.
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta kesên hatin windakirin pirsin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun bertek nîşanî Tumgeneral Musa Çîtîl ê li navçeya Dêrîkê ya Amedê 13 welatî qetil kirin û careke din weke Fermandarê Herema Cendirmeyan a Amedê hat peywirdarkirin da û wiha got: "Çîtîl ji bo êşên gelê Kurdistanê zêde bike şandin Kurdistanê."
AMED
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya hefteyî ya ji bo ku aqubeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiya hefteya 339'an de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveber û endamên ÎHD, MEYA-DER û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku pêvajoya şer a ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin wê ji gelên Tirkiyeyê re êş û rondikan bîne û wiha got: "Ji bo ku gelên li Tirkiyeyê bi hev re û bi awayek demokratîk bijîn, divê demildest pêvajoya çareseriyê destpê bike." Zeytûn anî ziman ku hikûmeta AKP'ê fermandarên di salên 90'î de li Kurdistanê komkujî, cînayetên kiryar nediyar pêk anîn careke din li Kurdistanê peywirdar dike.
RAPORA 'NECMÎ PKK'YIYAN KUŞT' DAN ÎMZAKIRIN
Piştî axaftinê qetilkirina çîroka Necmî Çaçan ê hat windakirin hat vegotin. Rêveberê ÎHD'ê Emîn Ermîn çîroka windakirina Çaçan a ji aliyê hevsera wî Gulşen Çaçan ve hati vegotin wiha ragihand: "Di 28'ê Kanûna 1993'yan de leşkaran bi gundê Duzcealan ê Bedlîsê de. Ji ber êrîşa leşkeran ên li dijî gund welatiyên gund bi dor nobet digirtin. Şevekê leşkeran bi ser gundê me de girt û mala me gulebaran kirin. Bi tangan avêtin ser gund û mal dan ber agir. Ji ber ku derve şer hebû min ji hevserê xwe Necmî re got, 'Em ji mal derkevin wê me di malê de bişewîtînin' wî jî min re got, 'di vê rewşê de me nikarin derbikevin' Dema li deriyê me xistin ez neçar mam derî vekim. Çawa min der vekirî ez derb kirim û li ser vê yekê ez li ser hişên xwe çûm. Dema min çavên xwe vekir min dîti ku leşkeran çek danîne ser serê zarokên min. Zarokên min gelek ditirsiyan. Dema min ji wan re got, 'Ma me çi kiriye' pirs careke din li min dan. Ez careke din li ser hişên xwe çûm û dema ez hatim ser hişên xwe hevserê min biribûn pişta malê û zarokên min li erdê bûn. Hevserê min li ser pêlekanan qetil kiribû û cenazeyê wî perçe kiribûn. Piştî leşker ji gund derketin me cenazeyê hevser min veşart. Leşkeran bi apê hevserê min re kaxiza "Necmî ji aliyê PKK'iyan ve hat kuştin' dan îmzakirin."
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî li Kolana Gulîstanê bi heman armancê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlementerê HDP'ê û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê Devran Yildiz diyar kir ku li hemberî dewleta bi hişmendiya bi zorê welatiyan dibin leşkeriyê û fede dikin e û wiha got: “Qet we dîtiye ku dayîkê gotiye ew amadeye zarokê xwe fide bike? Lê mixabin Serokwezîr dibêje 'em amadeye ku zarokên xwe fida bikin.' Em zarokên xwe fida nakin. Desthilatdariya we ji zarokên me qîmetir nîn e.Em zarokên xwe fida nakin û em dê heya dawî li hemberî şer derbikevin."
Yildiz anî izman ku li Silopiyê polîsan 3 welatî qetil kirin û 15 kes jî birîndar kirin. Yildiz da zanîn ku li Êlihê bêhiqûqî rêveberê wan Ahmet Demîr û parêzerê Şaxa MHD'ê Denîz Surgurt hatin girtin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û nûnertiya ÎHD'ê bi heman armancê li Kolanan Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Ligel malbatan nûnerên gelek saziyên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteyî de çîroka Abdullah Kançi yê ku di 5'ê tebaxa 1994'an de li gundê Pişqesrê şivantî dikir û ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat vegotin. Piştî rêzgirtinê çîroka Kançi li ser navê dayîka wî xwîşka wî Hêvîdar Kançi wiha hat vegotin: "Kurê min 18 salî bû. Berpirsiyariya malê li ser bilê wî bû û biryara bibe şivan girt. Tugaya Bolu li hemberî herêma Doskî ya gundê me lê operasyon li dar xist û hemû şivan binçavkirin. Ez çûm çem fermadarekî min ji ê re got wan şivan binçavkirine. Abdullah kurê min e. Zarokekî di halê xwe de ye. Wan jî ji min re got, 'kurê te li me me nîn e berê xwe bide cem leşkerên din ên wî girê he' Ez jî çûm wir û min ji wan re got, 'Çibe bila bibe hûnê kurê min nîşanî min bidin. Heke sûcê kurê min hebe bila dad bidê' Min bi kurê xwe re hevdîtin kir û ji min re got 'Dayê dê min bikujin!' Îşkence li kurê min kiribûn û ew li wir tazî kiribûn." Kançi diyar kir ku çû Qereqola Cendirmeyan a Stazin û ji wan re got kurê wê ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û tu sûcê kurê wê tuneye û wiha got: "Ji min re gotin kurê min birin Fermandariya Cendirmeyan a Geverê. Lê fermandariyê got ti kesekî wisa li cem wan nîn e. Leşkerên ji operasyonê vegeriyan jî gotin 'kurê te şandin Amedê' Piştî operasyonê 3 roj şunda li zozanê cenazeyek hat dîtin. Em çûn zozarê û me cenazeyê kurê xwe dît. Dema me cenaze dît di asta nedihat nasîn de bû. Şewitandibûn. Tenê pişta wî neşewitibû. Min ji nîşana pişta wî nas kir. Goştê piyên wî jê kiribûn û dabûn kuçikan û guhên wê şêkiribûn. Kurê min gulebaran jî kiribûn. Lê dada Tirkiyeyê tu caran kiryar dernexistin ber dadê. Em dixwazin kiryar bên darizandin."
Piştre dayika Kançi Ayşe Kançi wiha bang li Erdogan kir: "Ez bang li dewleta tirk dikim. Kezeba min şewitî lê bila kezeba tu dayîkên din neyên şewitandin. Bila êdî operasyon rawestin. Erdogan ma tu misliman nîn î? Xwedê jî vê yekê qebûl nake."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber Sumerbankê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in kiryar li ku ne" hat vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin û qetil kirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de çîroka Suleyman Cîhan hat vegotin. Li ser navê ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî xwend û diyar kir ku Suleyman Cîhan di 12'ê Îlonê de bi îdîya rêveberê rêxistinekî çepgir di 19'ê tîrmeha 1981'an de dema ji Edîrneyê dihate Stenbolê hat binçavkirin û careke din ti agahî jê nehatin girtin. Canli anî ziman ku piştî hewildana malbatê ya 85 rojan zanîn ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û li goristana bêkesan hatiye definkirin.