Xizmên windayan: Dewletê ew birin; careke din venegeriyan

Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Şirnexê xizmên windayan hatin cem hev.

Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Şirnexê xizmên windayan ên ku hatin cem hev li dijî biryara beraetê ya Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ji di nav de 8 kesên ku ji ber qetilkirina 21 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin, dihatin darizandin nerazîbûn nîşan dan. Xizmên windayan pirsa "Heke Temîzoz bêsûc e kê 21 kes qetil kir?" kirin û nerazîbûna xwe bi 21 deqe çalakiya rûniştinê nîşan dan.

AMED

ÎHD Amedê û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 352'yemîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Yusuf Şik ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve hate birîndarkirin û dest û lingekî xwe winda kir jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû. Di çalakiyê de li dijî biryara bereatê ya Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ji di nav de 8 kesên ku ji ber qetilkirina 21 kesên li Cizîrê hatin qitilkirin, dihatin darizandin nerazîbûn hate nîşandan.

Li ser navê xizmên windayan Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê parêzen Muhterem Suren axivî û diyar kir ku ev 352 hefte ne ji bo ku kiryarên kesên ku hatine windakirin bên darizandin têkoşîna xwe didomînin û got ku qetlîamên ku ji aliyê JÎTEM'ê ve bi awayekî sîstematîk hatiye kirin û ro bi awayekî sîstematîk tên fihilkirin. Suren li dijî beraetkirina Temîzoz û Atak nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Daraza ev 20 sal in bêdeng ma û li bendê ma ku dosya demborî bin û bi vî rengî kiryar hewldan ku fihil bikin û bêceza man. Di dozên berdewam dikin de jî hiştin ku kiryar bêyî girtî bên darizandin."

Suran têkîldarî neqilkirina dozên JÎTEM'ê bajarên wekî Enqere, Îzmîr û Eskîşehîrê jî wiha axivî: "Li cihên du divê darizandin bên kirin bi hinceta ewlehiyê birina bajarên rojava ji raya giştî hate dûrxistin. Musa Çîtîl, Mete Sayar û Cemal Temîzoz û şirîkên wan fihil kirin. Bi vê yekê re qetlîamên sîstematîk ên salên 90'an û kiryarên wan bê ceza man."

Suren destnîşan kir ligel ku kiryar bê ceza man jî wê têkoşîna xwe bidomînin û kiryar nikarin bi dozên bi vî rengî bên fihilkirin û ew ê "torosên spî yên dewletê" mehkum bikin. suren bilêv kir ku Yusuf Şik ê ku li Cizîrê hatiye birîndarkirin û ji bo piştgiriyê hatiye çalakiyê hêz daye wan û nirxandina "Heta ku li vî welatî Yusuf hebin dê heqîqet û rastî nikarin ji holê bên rakirin."

Ji xizmên windayan Hayriye Dogan li dijî biryara beraetê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ti mafê kesekî tineye kiryaran bide beraetkirin, ew ne kiryaran re jî yên ku kiryaran didin beraetkirin ti caran ji bîr nekin.

'EW ROJA EWIL HATIN EFÛKIRIN'

Ji xizmên windayan Mehmet Mustafa Bayram jî diyar kir ku kiryarên salên 90'an ji aliyê Serokwezîra demê Tansu Çîller ve hatine efûkirin û wiha axivî: "Temîzoz û şirîkên wan ji aliyê Demîrel, Çîller û Agar ve hatin efûkirin. Yên ku ji 17 hezar kuştinên kiryar nediyan netirsiyan piştî ku hatin efûkirin qetlîamên xwe berdewam kirin. Kiryar duh nehatin efûkirin. Ew roja ewil hatin efûkirin û qetlîam berdewam dikin." Bayram got ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Piştî axaftinan çîroka windakirina Omer Candoruk, Suleyman Gaysak, Yanya Akman, Mehmet Gurru Ozer û Azîz Gaysak (12) ên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê torosên spî ve hatin revandin û qetilkirin ji aliyê endama Komîsyona Xizmên Windayan Nîgar Kocaman ve hate xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan ve bi dawî bû.

ÊLIH

ÎHD û Xezmên windayan li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li kolana Hunerê cara 352'yemîn hatin cem hev. Xizmên windayan biryara beraetê ya Cemal Temîzoz û Kamîl Atak ji di nav de 8 kesên ku ji ber qetilkirina 21 kesên li Cizîrê hatin qitilkirin, dihatin darizandin nerazîbûna xwe bi bantên reş li serê xwe kirinê ve nîşan dan. Di çalakiya vê hefteyê de wêneyên Îbrahîm Atilgan û kurê wî yê 9 salî Veysel Atilgan ên di qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dowîzên "21 kes kê qetil kir?" "bila kujer bên darizandin" hatin hilgirtin û 21 deqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

ÎZMÎR

ÎHD a Îzmîrê jî ji bo pirsgikirina aqûbeta kesên winda li ser Sumerbank a Konakê ya kevn daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in kiryar li kû ne" hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêvebera ÎHD'ê Aysel Buzludag bal kişand li ser biryara bereatê ya doza JÎTEM'ê û gt ku li Tirkiyeyê kevneşopiya necezakirina hêzên ewlehiyê berdewam dike û ev yek jî nîşan dide ku di serî de Reyhanli, Pirsûs. Amed û Enqereyê sûcên hatine kirin wê bê ceza bimînin. Buzludag pirsa "Heke Cemal Temîzoz bê sûc be 21 kes kê kuşt?" kir.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 83’emîn li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM’ê û leşkeran ve hatîne qetilkirin û windakirin hilgirtin. Çalakiyê de nûnerên ÎHD, rêxistinên DBP, HDP’ê û gelek welatî amade bû. Dayîkan di çalakiyê de aqûbeta Hamza Tutan ê ku di mijdara 1995'an de ji aliyê polîs û leşkeran ve hate qetilkirin pirsîn.

Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Tutan xwerziya Tutan, Rugeş Yazgan çîroka wiha vegot: "Di 1995'an de saetên serê sibê polîsan bi ser mala Tutan de girt û Tutan binçavkirin û birin tabura cendirmeyan a 2/118 a Geverê. Malbata Tutan li gel hemû hewildanan xwe nepgiştin kurê xwe. Polîsên ku Tutan girtî binçav di heman şevê de saet di 12.00'an de hatin mala me û Dayika Hamza Tutan, Binefş Tutan birin taburê polîs û leşkeran ji dayika Tutan re got tu wî cenazeyî nas dikî çawa ku dayika Tutan cenazeyî kurê xwe dît krîz derbas dike leşker Dayika Tutan dişînin mala wê. Piştî leşker dayika Tutan dişînin mala wê cenazeyê Tutan tînin diavêjin ber derî mala dayika Tutan û leşker ji malbata Tutan re dibêje kurê wê krîza dil derbas kir û mir. Malbata Tutan piştî ku cenazeyê digire di laşê Tutan de rastî şopên îşkenceyê dibîne û li ser vê yekê malbat serlidana suç li dozgeriyê kir. Li ser daxwaza serlidana malbatê dozgeriya Geverê cenazeyê Tutan ji bo otopsiyê şande Stenbolê di rapora otopsiyê de jî tê zanîn ku Tutan bi îşkenceya leşkeran û polîsan jiyana xwe ji dest daye. Piştî rapora otopsiyê dozgeriya Stenbolê li ser îdiaya ku 5 polîsan îşkence li Tutan kiri 5 polîs ji peywirê girtin. Piştî bûyerê 6 mehan polîsên ku ji perwirê hatî girtin dîsa bi biryara dozgeriyê ya Setenbol polîsên ku îşkence li Tutan kirî girtin perywirê. Malbata Tutan serî li gelek dozgeriyan dan lê heta niha tu encamek negirtine." Yazgan diyar kir ku ew ê heya dawiyê şopdarê doza xwe bin û li hemberî kesên xalê wê qetil kirin li ber xwe bidin.

Piştî çîrokê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

ŞIRNEX

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê, ji ber beraetkirina Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û koma wî di çalakiya vê heftê de gelek bi hêrs bûn. Dayikên Cizîrê, diyar kirin ku hemû kujer li ber dilê wan sûcdar in û ji bo biryara beraetê gotin "Edaleta dewletê li pişt kujeran e."

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Dayikên Şemiyê di hefteya 356'emîn de ji bo dadê car din li Kuçeya Hunerê civiyan û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de, hêrsa biryara beraetkirina di nav da Albay Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak, bersûcên kuştina 21 kesên li Cizîrê ya ji doza JÎTEM'a Cizîrê, ji rûyê dayikan xuya bû. Vê heftê, gelek malbatên ji Hezexê jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, pankartek ku li ser sûretê Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û endamên JÎTEM'ê hene, hate vekirin.

'EM ŞAHIDÊ HEMÛ BÛYERAN IN'

Di axaftinan de, hêrsa biryara beraetê ya doza JÎTEM'a Cizîrê li pêş bû. Hevjîna Omer Candoruk ê ku tevî 3 hevalên xwe di sala 1994'an de hatin revandin û înfaz kirin, Hanim Candoruk bertek nîşanî biryarê da û got ew şahidên hemû bûyeran e. Candoruk wiha axivî: "Kujerên hevjînê min û gelek kesan ji aliyê dozger û dadgeran ve serbest hate berdan. Wê lêgerîna me ya dadê tu carî xilas nebe. Edaleta dewletê li pişt kujeran sekinî. Em, biryara ku Cemîl Temîzoz û koma wî beraet kiriye şermezar dikin."

Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan çalakî bi dawî bû.