Xisara li daristanên Awûstralyayê bû ji texmînan zêdetir e

Tê texmînkirin ku şewata li Awûstralyayê ji ber ziwatiyê dest pê kir û bi mehan dewam kir, yek ji pênc parê daristanên li welêt şewitand.

Şewata li daristanên Awûstralyayê ku meha Îlonê dest pê kir û meha Çileyê bi saya baranê vemirî, li Awûstralyayê bû sedemat talaneke mezin a daristanan. Ji ber şewatê ku yek ji pênc parên daristana li welêt şewitî, bi sedan milyon heywan jî tine bûn.

Beriya hejmara taybet a kovara Natûre Clîmate ku cih dide lêkolînên gelek pisporan a li ser mijarê, hin detay parve kir. Li gorî yek ji van lêkolînan, tenê li eyaletên Gal a Başûr a Nû û Vîcotîayê, di navbera Îlona 2019 û Çileya 2020'î de ji ber şewatê qadeke daristanê ya ji 5.8 milyon hektarî (58 hezar kîlometreçargoşe) tine bû. Ev yek bi tena serê xwe bi qasî welatê Hirvatistanê mezin e.

Ji hîndekarên Zanîngeha Western Sydneyê Matthîas Boer ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku beriya şewata par rû bide di nirxandinên xwe de em pê hesiyabûn ku wê beşeke girîng a dagirstanên li rojhilatê Awûstralyayê wê bişewite.