Wesayitên SUV li pêşiya bicihanîna hedefên avhewayê asteng in

Wesayitên bi modelên SUV (Sport Unility Vehicle) ‘Wesayita Bikaranîna Sportîf’ ji ber qirêjiya ku didin atmosferê, bûne hedefa saziyên parêzvanên avhewayê.

Li gorî encamên lêkolîneke ku hefteya derbasbûyî ji aliyê Rêxistina Parastina Xwezaya Cîhanê (WWF) ve hate kirin, zerara ekolojîk û aborî ya wesayitê SUV hatin bibîrxistin. Li gorî lêkolînê, ev modelên wesayitan ku ji wesayiteke normal bi 26 sanîtmetreyî dirêjtir, 10 santîmetreyî firhtir û 205 kîloyî girantir e, di belavkirina gaza serayê de ku bandorê li germahiya global dike, xwedî roleke mezinin.

Li gorî WWF’ê hilberîn, bikaranîn û temenê wesayitên bi modela SUV, li gorî modelên klasîk bi 1.3 qatî zêdetir karbondîoksîtê belav dikin. Her wiha bi rêjeya ji sedî 20’î ji wesayitên normal bêhtir gazê belav dikin.

Li gorî wesayitên bi elektrîkê dixebitin jî modelên SUV herî kêm bi 5.7 qatî zêdetir CO2 belav dikin.

Her wiha maliyeta bikaranîna van wesayitan li gorî wesayitên normal salane derdora 400 Euro zêdetir e.

Li gorî WWF’ê, wesayitên SUV di belavokirina gazên CO2 de roleke xwe ya mezin heye. WWF’ê ragihand, wesayitên SUV piştî balafiran di asta kategoriya duyemîn de ye ku herî zêde gazê li atmosferê belav dikin.

Sedema sereke ya ku fikaran zêde dike ew e ku firotina van wesayitan di nava 10 salên dawî de qat bi qat zêde bûye.

WWF jî hişyariyê dide ku eger rewş bi vî rengî dewam bike hingî zehmet e ku armancên ji bo kêmkirina emîsyonê hatine danîn bi cih bê anîn.