Welatiyên Kantona Efrînê diçin ser sindoqan

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Kantona Efrînê beriya demekê ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên namzetên Hevserokên Şaredariyên Gel 10’ê Tebaxê heta 13’ê Tebaxê diyar kir. Hilbijartinên şaredariyan jî wê 10’ê Îlonê werin lidarxistin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Kantona Efrînê beriya demekê ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên namzetên Hevserokên Şaredariyên Gel 10’ê Tebaxê heta 13’ê Tebaxê diyar kir. Hilbijartinên şaredariyan jî wê 10’ê Îlonê werin lidarxistin.

Desteyê her wiha ji bo endamtiya meclîsên şaredariyan jî 12’ê Îlonê heta 15’ê Îlonê pêşkêşkirina daxwaznameyan diyar kir û hilbijartinên endamên meclîsên şaredari jî wê 2’yê Cotmehê bêne lidarxistin.

31 ŞAREDARIYÊN GEL

Piştî rêzecivînên di navbera Desteya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Şaredariyên Gel, Saziyên Civaka Sivîl ên Kantona Efrînê li tevayî navçeyan, 31 şaredarî hatin diyarkirin.

Dabeşkirina şaredariyan wiha ye: Li bajarê Efrînê 5 şaredarî, li navçeya Şêrewa 4 şaredarî, li navçeya Şiyê 2 şaredarî, li navçeya Mabeta 4 şaredarî, li navçeya Reco 5 şaredarî, li navçeya Bilbilê 3 şaredarî, li navçeya Şera 3 şaredarî û li navçeya Cindirêsê 4 şaredarî.

8 NAVENDÊN WERGIRTINA DAXWAZNAMEYÊN NAMZETAN

Ji bo wergirtina daxwaznameyên namzetên hevserokatiya şaredariyan 8 navend li bajarê Efrînê û her navçeyekê hatin vekirin. Ji mafê her kesekî ye ku 18 sal temenê xwe derbas kiribin dikare navê xwe pêşniyar bike û divê navê wî di lîsteyên hilbijartinan de hebe.

MERCÊN KU JI NAMZETÊN HEVSEROKTIYÊ TÊN XWESTIN

Divê kesê navê xwe wekî namzet ji bo hevserokatiya şaredariyê pêşniyar bike, 22 sal ji temenê xwe derbas kiribin, ji hemwelatiyên resen ên navçeya Efrînê be, endamê komunê be, xwendinû nivîsandina zimanekî Erebî yan Kurdî zanibe, divê ne endamê komeleyeke qedexekirî yan endamê rêxistin û partiyek siyasî ya bê destûr be. Divê ne endamê hêzên leşkerî û ewlekariyê be û divê xwedî exlaq be û sûceke kirêt nehatibe cezakirin.

DAXWAZNAME PÊŞKÊŞÎ DESTEYÊ TÊN KIRIN

Piştî ku namzet belgeyên xwe temam dike, pêşkêşî buroya Desteya Bilind a Hilbijartinan û hemû belgeyên wî ji aliyê komunê ve hatibin piştrastkirin.

Propagandayên hilbijartinan beriya 24 saetan bi dawî dibe

Ji mafê namzet e ku beriya hilbijartinan reklam û propagandeya xwe bike û beriya 24 saetan ji lidarxistina hilbijatinan bi dawî dibe. Her wiha ji mafê nûnerê namzet e ku çavdêriya hilbijartinan û hejmartina dengan bikin. Nerazîbûna li hemberî biryara Desteyê li pêşiya Dadgehê di 3 rojan de ji dîroka derketina biryarê tê kirin.

Hevseroka Desteya Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Kantona Efrînê Nesrîn El-Ubêd diyar kir ku qedexe ye namzetên hevserokatiya şaredariyan di reklam û propagandeyên xwe de li kesekî zor bikin an jî neçar bikin. Her wiha qedexe ye bi rêya tiştên madî û manewî bandorê li hilbijêran bikin û wiha got: “Hilbijêr mafê xwe yê dengdayînê bi awayekî azad pêk tîne û dengdayîna kesekî li şûna kesekî din qedexe ye û hilbijêr wê dengên xwe li navçe yan jî bajarê xwe bide.”