Welatên ku wê germa global herî zêde bandorê li wan bikin

Li gorî lêkolînekê germa global wê bandoreke giran li gelek welatan bike û nîvê van welatan li parzemîna Efrîkayê ne. Welatên wekî Japonya û Hindistan jî di vê lîsteyê de ne.

Li gorî xebata rêxistina derdorparêz a Germanwatch a Elmanyayeê wê germa global di deh salên pêşiya me de bandorê li gelek welatên nifûsa wan li ser 2 milyaran bike.

WÊ BANDOREKE GIRAN LI 10 WELATAN BIBE, 5 JÊ LI EFRÎKAYÊ NE

Li gorî lêkolîna Germanwatchê wê germa global bandoreke giran li Japonya, Hindistan, Efganistan, Mozambîk, Zîmbabwe, Malavî, Sûdana Başûr, Nîjer, Bahama û Bolîvyayê bike. Ji nav van welatan 5 welat li parzemîna Efrîkayê ne û nifûsa van welatan îro li ser 1,5 milyarê ye.

Di lîsteyê de Mozambîk di serî de ye. Nifûsa Mozambîkê 30 milyon e û tê diyarkirin ku wê texrîbata mezin a ekonomîk li ser wê pêk were. Tê diyarkirin bahozên ji ber germa global wê salane rê li ber xisareke bi qasî 400 milyon dolaran veke.

Di sala 2019’an de bahoza Idaî li Zîmbabweyê dabû û bi qasî milyarek dolar xisar pêk anîbû. Tê diyarkirin ku Zîmbabwe welatê duyemîn e ku wê bandora ekonomîk zêdetir be.

Li gorî pîvanên niha li gorî dawiya sedsala 19’an germahî ji dereceyekê zêdetir rabûye. Lê heke gaza karbondîoksîtê di serî de zêdebûna gazên din neyê sekinandin, di deh salên pêşiya me de wê ev derece zêdetir bibe.

Ji bo pêşîlêgirtina germa global li her dera dinyayê bang tê kirin lê hê polîtîkayeke hevpar tune. Di sala 2015’an de li Fransayê Civîna COP21 hatibû kirin û di Nîsana 2016’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî Peymana Avhewayê ji îmzeyan re hatibû vekirin. DYE di dema Donald Trûmp de xwe ji peymanê vekişandibû. Li gorî peymanê divê germa global heta dawiya sedsalê herî zêde derece û nîvek heta 2 dereceyan zêde bibe û sînorkirina gazan jî were pêkanîn.

Heke ev hedef pêk neyê tê zanîn ku wê karesatên xwezayî pêk werin û wê av karesat herî zêde li welatên giravê yên li okyanûsan bide. Di heman demê de ji ber zêdebûna germê wê qadên çandiniyê kêm bibin û bi milyonan kes wê ji cih û warên xwe bibin.