Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê hate berdan
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz a ku di saetên nîvro de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê hate berdan.
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz a ku di saetên nîvro de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê hate berdan.
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz a ku di saetên nîvro de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya dozgeriyê hate berdan.
Wekîla Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz a ku piştî operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî şaredariyên DBP'î, Hevşaredara Colemêrgê Dilek Hatîpoglu hate girtin, peywira wê dimeşand û di saetên nîvro de hatibû binçavkirin sewqî dozgeriyê hate kirin. Yildiz a ku bi hinceta beşdarî daxuyanî, merasîmên cenaze, parvekirinên li ser medyaya civakî ve "propagandaya rêxistinê kiriye" îfade da dozgeriyê piştre hate berdan.
Yildiz li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir ku binçavkirina wê parçeyeke şerê psîkolojîk e.
'LI HER DERÊ COLEMÊRGÊ RÊVEBERIYA AWARTE HEYE'
Piştre Parlamentera HDP'ê Selma Irmak axivî û diyar kir li Geverê bi dorpêça ku mehek li pey xwe hişt ve li Colemêrg, hemû navçe û gundan qedexeyeke emelî heye. Irmak destnîşan kir ku ew ê li hemberî şerê topyekun serê xwe netewînin û wiha berdewam kir: "Wekî ku qedexeyên pêvajoya 12'ê Îlonê derbas dike tên îlankirin, gundên me tên bombebarankirin, gel bi pêkûtiyan re rû bi rû ne, partiya me di bin dorpêça polîsan de ye, rêveberên me tên binçavkirin. Li dijî van polîtîkayan em paş ve gav navêjin û serî natewînin."
Li aliyê din Alîkarê Hevşeradarên Colemêrgê Derya Çîftçî û rêveberên DBP'ê yên berê Omer Kaya û Îsmet Tuncer ên ku serê sibehê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin jî hate hinbûn ku wê sibehê derxînin dozgeriyê.