Waadê hilbijartinê yê AKP’ê ji civakê re ku sedî 60’ê wê li ber birçîbûnê ye, şer e!

Di encama polîtîkayên çandiniyê yên AKP’ê de, krîza xurekan her ku diçe zêdetir dibe.

Li cîhanê di demên dawî de, bihayên xurekê tên xwarê. Li Tirkiyeyê jî zêdebûna bihayên ku ev 31 meh in li Tirkiyeyê dewam dikin, didomin.

Di encama krîza ekonomîk, zêdebûna bihayan û bêedaletiya lêçûnan de, welat weke demekê ku xizaniya xwe ya herî mezin dijî, derbasî dîrokê bû.

Desthilatdariya AKP’ê beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê, krîza ekonomiyê ya ku gel dijî, ji nedîtî ve tê û bi operasyonên zêde rojeva rast a gel diguherîne. Di lêkolînên ku hatin kirin de, ji sedî 60’ê nifûsê birçîtî û sedî 37’ê wê jî li ber xizaniyê dijî. Bi zêdebûna krîza ekonomiyê, mirov nikarin heqê fatûreyên xwe bidin û nikarin berhemên xurekê yên rojane bistînin. Bi zêdebûna krîza ekonomiyê re, desthilatdariya AKP-MHP’ê jî di hilbijartinan de hîn zêdetir waada şer dide. Tirkiye ku bi hilberandina çandiniyê têra xwe dike, bi hatina AKP’ê ya li ser desthilatdariyê qada wê ya 28 milyon hektarî, ketiye 23 milyon hektarê.

DI ENFLASYONA XUREKAN DE, LI CÎHANÊ 5’EMÎN E

Li Tirkiyeyê zêdebûna bihayan krîza ekonomîk û xizaniyê her ku diçe zêdetir dike. Di encama polîtîkayên AKP’ê de, bêkarî gihiştiye asta xwe ya herî jor û bi deh hezaran esnafan kargehên xwe girtin. Li gorî rapora meha Sibatê ya “Ewlehiya Xurekê” ya Bankaya Cîhanê, Tirkiye di enflasyona xurekê de li cîhanê di rêza 5’emîn de cihê xwe girt. Tirkiye li Ewropayê welatê ku herî zêde, enflasyona xurekê lê heye ye.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mezaxkeran, ji sedî 60’ê nifûsa Tirkiyeyê li ber birçîtiyê û sedî 37,6’ê wê jî li ber xizaniyê dijî.

Bi taybetî di hilberandina şîr û berhemên şîr de, nêzî sedî 35 kêm bûye.

Di xebata ku ji aliyê Şaxa Odeya Amedê ya Endezyarên Zîraatê de, beriya sala 2021’an bi giştî genim û berhemên çandiniyê yên şînkahiyan, bûye 61,7 milyon ton. Lê hat tespîtkirin di sala 2021’an de di temamiya van berheman de sedî 14, 3 kêmbûn çêbûye. Di çarçoveya van daneyan de;

*Hilberandina genim ji sedî 13, 9 kêm bû û nêzî 17,7 milyon ton ket xwarê.

*Hilberandina ceh ji sedî 30,7’ê ket xwarê û nêzî 5,8 milyon ton ket xwarê.

*Hilberandina çavdarê ji sedî 32,4 ket xwarê û 200 hezar ton ket xarê.

*Hilberandina yûlaf jî sedî 12,2 kêm bû û 276 hezar ton ket xwarê.