Vîrûsa korona tenê bi kêrî hewayê hat

Lawazbûna aboriyê û bandora mirovan a li ser avhewayê, kir ku kalîteya hewayê bi rengekî şênber baş bibe.

Eşkere bû ku lawazbûna boriyê û kêmbûna liv û tevgera mirovan wê bandoreke erênî li ser avhewayê bike.

Yekane tişta baş a ku vîrûsa Covîd-19 bi kêr hat, başbûna kalîteya hewayê ye.

Mînak; li Belçîkayê kalîteya hewayî bi rengekî vekirî baş bûye. Belçîkayiyên ku neçar in li mala xwe bixebitin, dest ji wesayitên xwe jî berdan û bi vî rengî kalîteya hewayê baş bû. Kalîteya hewayê nêzî wan rojan bû ku her sal weke 'rojên bêwesayit' tên derbaskirin.

Li Îtalyayê drameke mezin heye. Lê ava qenalên Venedîkê paqij bû.

Li Fransayê, ji ber ku mirov li malê dimînin, bi taybetî li Parîsê bû sedem ku kalîteya hewayê baş bibe.

Li gorî çavdêriya peykên NASA'yê di meha Sibatê de li bajarê Wûhan ê Çînê azotdîoksît bi rengekî berbiçav kêm bû ku ji wesayitên bingehîn û santralên termîk belav dibû. Vîrûsa Covîd-19 meha Kanûnê li bajarê Wûhanê derketibû holê.

Ragihandin tevî ku yek ji sedema bingehîn a qirêjbûna hewayê ye, ne sedema yekane ye. Çandinî, pîşesazî û sîstemên germkirinê yên li avahiyan jî hewayê gemarî dikin. Di rewşa heyî de tevî ku bêhn hatibe ber xweza û civakê, tê gotin ku hîn zû ye bandora vê yekê ji bo dema dirêj bê pîvandin.