'Vegera li siruşt û gundan wê mirovatiyê ji qeyranê rizgar bike'

Cîhan Agirî endama Akademiyaya Zeyneb Kinaci behsa pirsgirêk û wan qeyranan dike ku modernîteya kapîtalîst bi rêya xerabkirina hevsengiya têkiliyên mirov û jîngehê aniye meydanê.

Cîhan Agirî endama Akademiyaya Zeyneb Kinaci di bernemaya “Rêya Heqîqetê” ya radyoya Dengê Gel de li ser ekolojî û aboriyê nirxandin kirin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Çanda çandinî û çanda gund çi ye û mirov dikare çawa pênaseya wan bike? Tu dikarî ji guhdarên me re behsa wan bikî?

Berî ku ez bersiva pirsa we bidim, ez dixwazim destnîşan bikim bê ka çand û gund di dîroka me Kurdan de girîngiya wan çawa bûye. Ez dixwazim wê pirsê hinekî şîrove bikim, di nav de jî ez ê bersiva pirsa we bidim.

Wekî tê zanîn, dema ku mirov gundan ava dikin, dîroka vê yekê heye, dîrokeke kevn û dirêj e. Wekî çawa mirov dibêje dema ku mirovatî xwe li ser erdê bi cih dike, wê demê gund jî ava dibin. Wexta ku mirov gundan ava dikin, wekî hûn jî dizanin, Rêbertî di parêznameyên xwe de jê re dibêje civaka mirovî, wek şoreşa gundan bi nav dike. Çima wê serdemê wek şoreş bi nav dike? Niha em hemû dizanin ku di dîrokê de her bûyera ku rûdide, wek şoreş nayê qebûlkirin. Wê serdemê gelek berhem dane mirovatiyê, lewma wek şoreşa gundan tê naskirin. Paşxaneyeke hezaran sal li dû xwe hiştiye. Ji ber vê yekê di dîrokê de cudahiya gund û çandê heye û di dîroka me Kurdan de jî cudahî û taybetmendiyên wan hene. Bi hebûn û avabûna gundan re dîroka me jî dest pê dike. Her di wê serdemê de pêşengî û rêberiya jinan dest pê dike. Eger em niha werin ser pirsyara we, pergala modernîteya kapîtalîst ev şoreş berevajî kiriye. Mixabin di roja îro de gund û jiyana gund wek paşvemayînê tê nîşandan û wisa tê teswîrkirin ku gund cihê pêşketin û jiyanê nîn in. Kesên ku li gundan dijîn, wek paşvemayî tên nasandin. Şîroveyên wisa ji bo gundan dikin. Di dîroka civakan de sîstema modernîteya kapîtalîst tiştekî wisa çêkiriye ku tu gund bi xwe bibînî jî, tu gund biçûk dibînî.

Hûn dixwazin gund wek heqîqetê pênase bikin gelo?

Rast e, lê çima wisa ye? Eger tu ji kesekî re bibêjî gundî, bertekeke xerab li hember te nîşan dide û wek heqeretê dibîne. Ji ber ku di gundîtiyê de paşvemayînê dibîne. Lê rastî ne wisa ye. Mirov dibîne ku çanda gund di nav siruştê de heye. Eger em vê rastiyê negirin ber çavan, wê demê mirov nikare çanda gund zindî bike. Ev çanda ku em behsa wê dikin, bi hezaran salan sûda wê ji bo mirovatiyê hebûye û teqrîben di van du sed, sê sed salên dawî de em dikarin bibêjin ku ev çand miriye. Heye lê nîn e. Bi gotineke din di vê mijarê de em dikarin bibêjin ku civaka me xwe dispêre gund û ew şerê ku me daye destpêkirin, eger em bala xwe bidin, em dibînin ku dagirker di vî şerî de êrişî ser gundan dikin. 

Çima êrişî ser gundan dikin? Ji ber ku civakeke bê fêl e, derew tê de tune ye. Lewma êrişa yekem li ser gundan çêbûye. Armanca van êrişan çi ye? Dema ku gundên civakê têk çûn û neman, mirov ji hebûn û resenbûna siruşt û kokên xwe tên qutkirin. Civaka Kurd ji kokên xwe hatiye qutkirin. Wekî me got, civaka gund, civaka me û dîroka me ye. Ango ew qas ji bo me girîng e, lewma dijmin bi zanebûn êrişî gundan dike û me ji gund û dîrok û çandê dûr dixe, ji nav dibe. Çinku di wê de çandeke gelek mezin heye. Çima ji çar sed hezarî zêdetir gundên Kurdan hatin valakirin û jiyan tê de nehiştin? Ji ber ku vê civakê di nav xwe de çanda xwe diparast.

Eger em bibêjin çand çi ye? Wekî hûn jî dizanin yekemîn tişt ziman e. Di gundekî de çandeke ew qas mezin û berfireh heye ku di destpêkê de ew têkşikandin di ziman de çênabe. Hezar sal jî li şûna xwe be, ziman xwe diparêze û xelk bi zimanê xwe diaxive, bi zimanê xwe şîroveyan dike û xwe pê dinasîne. Lê belê ew civaka ku koç bike û biçe bajarekî berevajî çanda xwe, wê demê çi dibe? Nexwaze jî di nav wê de dihele. Destpêkê zimanê xwe ji dest dide. Ji ber van sedeman e ku pêwîst e mirov vê siyasetê rast bi vî awayî şîrove bike û fam bike. Dema ku mirov parêznameyên Rêber Apo dixwîne, bi vî awayî fam dike. Çanda gund di nav xwe de siruştî ye, li dijî siruştê nîn e, sûda wê heye lê zerara wê nîn e.

Rast e. Bo nimûne civaka Kurd civakeke ekolojîk e. Çima ekolojîk e? Civakeke wisa ye ku tê de çand heye, çandinî heye. Lê belê li bajaran çi heye? Bo nimûne ew madeyên ku kar pê dikin, diavêjin derve û hemû siruşt bi wan madeyan pîs û wêran dibe. Dema ku vê pîsayî û wan madeyên kîmyayî diavêjin nav jîngehê, jîngehê dikujin, ax tê kuştin. Ev yek jî zerareke mezin dide ekolojiyê.

Ji ber wê yekê, tiştê ku em wek rêxistin li ser dixebitin, ew e ku em careke din çawa dikarin wê çanda gundan veguherînin cewherê wê. Ev yek ji bo me gelek girîng e. Ji bo vê yekê jî, bi fikira min ew gundên ku hatine valakirin û wêrankirin, divê xelkê wan gundan daxwaza wan a sereke ev be ku vegerin gundên xwe û wan zindî bikin. Pêwîst e mirov ji bo vê yekê bixebite. Ji bo vê yekê jî divê di destpêkê de ew gund xwe rêxistin bikin, komîn û koman ava bikin. Dema ku gundî tên ba hev, behsa pirsgirêkên xwe dikin, xaniyan ji bo xwe ava dikin, pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Berê gund hebûn. Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi awayekî baş behs dike. Ne tenê ew, her wiha dîroknas û arkeolog jî jê behs dikin ku destpêkê gund hebûn û mirovatî li ser berhemên gundan jiyaye û berdewam bûye. Ew berhemên ku li gundan hatine çêkirin, bajar jî li ser wan hatine avakirin.

Rast e. Ew çanda gund ku me jê behs kir, çandeke hezaran salan e ku em sûdê jê dibînin. Gava ku bajar ava dibin, bajar û gund di nav hev de bûn. Yek li jor, yek li jêr nebû. Car car di nav wan de nakokî hebûn û hin tiştên hev pesend nedikirin. Civaka gundan xwe ji civaka bajaran cudatir nedidît. Di warê aboriyê de dan û standinek di navbera wan de hebû. Ew berhemên ku li bajaran tên çêkirin, li gundan ji bo çêkirina wan derfet tune ne. Lewma berhemên bajaran cudatir in. Li ser bingeha ajaldarî û çandiniyê dikare bazareke hevbeş bê avakirin. Çawa ku di navbera gundan de hebû, dikare di navbera gund û bajaran de jî hebe.

Em niha gihîştin dawiya bernameya xwe. Dema me xelas bû, eger gotineke we ya dawî hebe, kerem bikin.

Gotina min a dawî ew e ku ez dixwazim balê bikişînim ser mijareke din. Ew mijar jî avakirina bendavan e, hem li Kurdistanê hem li Tirkiyeyê. Dema ku hûn ji aliyê jiyanê ve lê dinêrin, hûn dibêjin qey tiştekî gelek baş e. Lê wisa nîn e. Me behsa aborî û siruştê kir. Ev bendav ji bo xerabkirina siruşta Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê jî pêwîst e mirov bi awayekî tund li hember wê bisekine. Bo nimûne hin bendavên li Botan li ser Ava Mezin, li Amedê jî hene, xizmeta van bendavan ji bo civakê tune ye. Pêwîst e civak jî bi vî awayî lê binêre. Bila wisa nefikirin ku bi avakirina bendavan êdî jiyana wan baş û xweş dibe û aram dibin, wisa nîn e. Ev tenê têkdan û xerabkirina siruşta Kurdistanê ye, ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye, têkdan û wêrankirina siruştê ye, bi temamî ji bo xerabkirina jiyana gundan e. Bo nimûne ger li deverekê bendavek were avakirin, wê demê bi sedan gund tên valakirin. Cihên ku bendav lê tên avakirin, bi taybetî cihên xwedî dîrokeke taybet in, heta îro zindî mane. Li Heskîfê bendav tê avakirin. Ev kar pir bi zanebûn tê kirin.

Gotina min a dawî jî ew e ku wek civaka Kurd pêwîst e em li hember avakirina bendavan xebat û têkoşîneke mezin bikin û qebûl nekin û nehêlin ku ew bigihîjin armancên xwe. Li ser vê bingehê hêviya serkeftinê dixwazim.