Endamê Însiyatîfa Anarşîst Vatan Bûdak ê di êrîşa bombeyî ya 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê de bi giranî birîndar bibû û duh bi şev jiyana xwe ji dest da spartin axê.
ANF
STENBOL
sêşem, 4 gelawêjê 2015, 21:00
Endamê Însiyatîfa Anarşîst Vatan Bûdak ê di êrîşa bombeyî ya 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê bi giranî birîndar bibû û duh bi şev jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Bûdak bi tevlîbûna bi sedan kesan bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Bûdak piştî merasîma olî ya li Mizgefta Yenîdogan a Gazîosmanpaşa ji bo helaliyê birin ber mala wî. Li ber malê helalî hat xwestin û dûa hatin xwendin.
Cenazeyê Bûdak ji vir jî bi çepikan ber bi goristanê ve birin.
Piştî defnkirinê, hevrê û dostên Budak merasîmeke bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de ji bo şehîdên Pirsûs û yên şoreşa cîhanê deqeyek rêzgirtin pêk hat.
Malbata Bûdak piştî bîranînê di ketina goristanê de taziye qebûl kir.