UNICEF: Ji bo 43 mîlyon zarokan alîkariya lezgîn divê

Li gelemperiya cîhanê yek ji 9 zarokan li herêmên krîzê yên ji şer dijîn. Tê gotin, ku pêwîstiya bi dehan mîlyon zarokan bi alîkariya lezgîn heye.

UNICEF diyar kir, ew ji bo bi dehan mîlyon zarokan bi taybetî jî ji bo zarokên li Sûriye, Yemen, Başûrê Sûdanê, Kongo û Sûdanê laîkariyek ji 2,5 mîlyar euroyî plan dikin û banga destekê li welatên endam kir.

Dîrektorê Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Anthony Lake da xuyakirin, ku li gelemperiya cîhanê yek ji 9 zarokan li herêmên krîzê yên ji şer dijîn. Lake ragihand, ew dixwazin di sala 2016'an de li 63 welatan alîkariyê bigihînin 43 mîlyon zarokan û anî ziman, ku ji bo vê jî pêwîstiya wan bi budçeyeke ji 2,5 mîlyar euroyî heye.

Anthony Lake destnîşan kir ku li Sûriyeyê 5, li Yemenê jî 10 mîlyon zarok pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn heye. Sûriye, ji bo zarokan weke welatê herî xetere yê cîhanê tê dîtin. Mîqdara alîkariya ji bo zarokên li Yemenê jî weke 166 mîlyon euro hat destnîşankirin.

Lake da zanîn, li Sûriyeyê yan jî welatên cîran, di perwedeya 5 mîlyon zarokan de pirsgirêk hene û ragihand, ku ji bo parastina jin û zarokan di rêwîtiya hêviyê ya ber bi Ewropayê de pêwîstî bi 28 mîlyon euroyî heye.

Dîrektorê UNICEF'ê diyar kir, hejmara zarokên kêmî 5 salî li welatên şer lê hene ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji didin, bi du qatan zêdeyî nîvekê cîhanê ye.

Tevî Sûriye û Yemenê, rewşa zarokên li Sûdan, Komara Demokratîk a Kongo û Sûdana Başûr jî mijarên ku UNICEF giraniya xwe bidin ser e.

UNICEF'ê ji bo plana xwe ya ji 2,5 mîlyar euroyî, banga alîkariyê li welatên endam kir.