UNICEF: Herî kêm 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de ne

Li gorî rapora UNICEF û Banka Dinyayê 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de dijîn.

Li gorî rapora Fona Alîkariyê ya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Banka Dinyayê, dahata rojane ya şeş zarokan yekî ji 2,15 dolaran kêmtir e.

Di raporê de tê diyarkirin heke kêmasiyên ji ber Covîd-19’ê nebûna wê 30 milyon zarok ji hejariyê bihatina rizgarkirin.

Dîrektora Pêkanînê yê UNICEF’ê Catherîne Rûssell got “333 milyon zarok ne bi tenê ji pêdiviyên we yên sereke di heman demê de ji rûmet, firsend û hêviyê jî bêpar in. Vê cîhana ku zarok di nav hejariyê de dijîn nayê qebûlkirin.”

Hejariya herî zêde li Efrîkaya binê sehrayê pêk tê û rêjeya li vir ji sedî 40 e.

Li gorî encamên vê raporê Neteweyên Yekbûyî ji hedefa xwe ya ku heta sala 2030’an karibe hejariya zarokan ji holê rake, dûr ketiye.