Ûlûsoy: Di hilbijartineke muxtemel de wê gel dîsa li rex aştiyê be

Seroka Giştî ya ESP’ê Ûlûsoy, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a “pergala rêveberiyê hat guhertin" da û got, “Mikurhatina aşkera ya derbeya qesrê ye.”

Seroka Giştî ya ESP’ê Ûlûsoy, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a “pergala rêveberiyê hat guhertin" da û got, “Mikurhatina aşkera ya derbeya qesrê ye.” Ûlûsoy diyar kir ku di hilbijartineke muxtemel de weke 7’ê Hezîranê wê gel helwesta xwe li rex aştî û wekheviyê nîşan bide.

Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)’ê Sûltan Ûlûsoy tevlî merasîmê cenaze ya Mert Comert ê di komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû û rojên bihurî jiyana xwe ji dest da, bû.

Ûlûsoy, li daxuyaniya Serokkomarê Tirk Recep Taayîp Erdogan a “Pergala rêveberiya Tirkiyeyê hat guhertin” da û got, “Mikurhatina aşkera ya derbeya qesrê ye.” Ûlûsoy wiha dewam kir, "Daxuyaniya Serokkomar Erdogan wek mikurhatina aşkera ya darbeyê û îlana wê em dikarin fêm bikin. Tê wateya ku dibêje, ez ê serokatiyê fiilî pêk bînim.”

'DI HILBIJARTINA ZÛ DE WÊ GEL LI REX AŞTÛ Û WEKHEVIYÊ CIH BIGIRIN'

Ûlûsoy diyar kir ku di 7’ê Hezîranê de gelan îradeya aştî û biratiyê nîşan dane û wiha dewam kir: “Di hilbijartineke muxtemel de weke 7’ê Hezîranê wê gel helwesta xwe li rex aştî û wekheviyê nîşan bide. Di serî de wê hêviya AKP û Erdogan a HDP di bin bendê de bimîne wê pêk neyê. Wê gelên me li gor şîara HDP’ê ya bi awayekî zelal nîşan da, ‘Em ê te nekin serok’ tevbigere.”