Tirkiye di 'Endeksa Paşeroja Kesk' de di rêzên dawiyê de ye

Li gorî rapora Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachûsettsê (MIT) ya Endeksa Paşeroja Kesk a 2023’yan di nava 76 welatan de Tirkiye di rêza 63’eyemîn de ye.

Endeks bi veberhênanan enerjiya venûker,înovasyon û polîtîkayên hawirparêz re dereceya beralîbûna civakên xwedî enerjiya paqij, pîşesazî û çandiniyê dipîve.

Pûana giştî ya Tirkiyeyê weke 3,83’yan hate eşkerekirin. Welatên weke Îzlanda, Fînlandiya, Norweç, Swêd û Danîmarkayê di rêzên ewil de cih digirin û Tirkiyeyê jî di rêzên dawiyê de cih girt.  Welatên weke Misir, Erebîstana Siûdî, Hindîstan, Nîjerya, Kûweyt, Angola û Etîyopyayê di vê mijarê de ji Tirkiyeyê zêdetir pûan girtin.

Di 5 kategoriyên sereke de Tirkiyeyê di van rêzan de ye:

- Belavkirina karbonê: 73

- Polîtîkaya avhewayê: 69

- Derbasbûna enerjiyê: 12

- Înovasyona paqij: 23

- Civaka hawirparêz: 43

Rêza Tirkiyeyê ya di kategoriya derbasbûna enerjiyê de li gorî qadên din baştir e ku di vê kategoriyê de di rêza 12’emîn de ye. Di kategoriya înovasyona paqij de jî di rêza 23’yemîn de ye.

Lê  belê Tirkiye kategoriya qirêjiya hewayê de jî di pozîsyoneke gelekî xirab de ye. Li gorî rapora Kalîteya Hewayê ya Cîhanê ya 2020'an a koma IQAir a Swêdê, sê bajarên Tirkiyeyê di lîsteya qirêjtirîn 15 bajarên Ewropayê de cih digirin. Ev bajar weke Çorûm, Erzirom û Duzceyê hatin destnîşankirin. Her wiha di mijara qirêjiya hewayê ya paytextên cîhanê de jî Enqere di rêza 41’emîn de ye.