Piştî biryara Çînê ya ku di sala 2018’an de ya êdî nebe sergoya dinyayê û hawiirdekirina bermahiyên plastîk qedexe kir, Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê re bû cihê yekem ê sergoyê.
HAWIRDEKIRIN JI SEDÎ 1200 ZÊDE BÛ
Tirkiyê di salên 2020 û 2021’ê de hawirdekirina nêzî nîvê bermahiyên plastîk ên ku 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li ser xakên xwe naxebitînin qebûl kir.
Di navbera salên 2016-2020’an dehawirdekirin ji sedî 1200 zêde bû û her sal derket nêzî 450 hezar ton.
HRW encamên vê teqîna vezîvirandina bermahiyên plastîkê yên li Tirkiyê ya li ser tenduristî û jîngehê lêkolîn kir. Li gorî raporê, Tirkiye ji niha ve bi zehmetî bermahiyên xwe yên ku salê 5 milyon ton tê nirxandin, dihewîne.
BANDORÊN WÊ LI SER TENDURISTÎ Û JÎNGEHÊ KARESAT E
HRW di rapora xwe ya 88 rûpelî de balê dikişîne ser pirsgirêkên wek pirsgirêkên nefesê, serêşiya giran, nexweşiyên çerm, kêmbûna alavên parastinê, gihandina lênihêrîna bijîjkî ya bi sînor an tunebûnê û karkeriya zarokan.
Li gorî vê wêneya karesatbar, encamên bermahiyên plastîk hem niştecihên herêmê û hem jî karkerên ku bi giştî ji nav civakên herî bê parastin (penaber, koçberên belave) yên karker ên li van tesîsên vezîvirandinê digirin kar eleqedar dike.
Li gorî daneyên Wezareta Hawirdorê ya Tirkiyeyê li tevahiya Tirkiyeyê zêdetirî 1800 tesîsên vezîvirandinê hene.
HRW’ê li Stenbolê ku ji sedî 12’yê tesîsan lê ne û li Edeneyê jî ku ji sedî 9’ê wan tesîsan lê hene lêkolînek kir. Edeneya ku nifûsa wê 2 milyon e, wek paytexta vezîvirandina plastîkê hat binavkirin.
Bi taybetî, HRW encamên mafê tenduristiyê yên ku ji ber têkoşîna bêbandor a hikûmeta Tirk a li dijî bandorên vezîvirandina plastîkê ya li ser tenduristî û hawîrdorê, belge dike.
Di raporê de hat gotin, “Toksîn û gemarkerên hewayê yên ji ber vezîvirandinê derdikevin, zarok jî di nav de bandorên bi zirar li ser karkeran û mirovên ku li nêzî tesîsên vezîvirandinê dijîn heye.”
HIKÛMET VENÊRÎNÊ PÊK NAYÎNE
Rapor balê dikişîne ser wan xisûsan: “Hikûmet kontrolên birêkûpêk û berfereh ên ku pirsgirêka tenduristiya kar û hem jî qanûn û rêziknameyên karkirina tesîsên vezîvirandinê yên ku hewceyî destûrnameyên hişk in bi rê ve dibin, pêk nayîne. Ev rewş bandora van şîrketan a li tenduristî û jîngehê pir zêde dike. Wekî din, di van sûîstîmalan de bermahiyên plastîk ên ku ji Yekîtiya Ewropayê tên hawirdekirin, xwedî pareke pir girîng in.”
Ji Beşa Jîngeh û Mafên Mirovan a HRW'ê Krîsta Shennûm got: “Li Tirkiyeyê ji bo parastina mirov û jîngehê rêzikname hene, lê ji ber nebûna tedbîrên ji bo bicihanîna van rêziknameyan, mirov di bin metirsiya nexweşiyên giran ên kronîk de ne.”
DIVÊ BERPIRSIYARTIYÊN PARASTINÊ BÊN CIH ANÎN
Shennûmê got, “Hikûmeta Tirk ji bo parastina mirovan a ji bandorên vezîvirandina plastîkên jehrî, divê zêdetir bixebite.”
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan bertek nîşanî vê yekê da ku zarok di van kargehan de dixebitin, tevî ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê karkirina di van şert û mercan de qedexe ye.
MIRIN HENE
Di raporê de berhevkarê sergoyê yê 20 salî ku li Edeneyê dijî, diyar dike ku ew di zarokatiya xwe de di şîrketeke vezîvirandina plastîkê de dixebite. Berhevkarê sergorê got; “Beroşeke mezin heye ku tê de maddeyan germ dikin û bi berdewamî ava ku bi rengê hilmê jê dertê lê zêde dikin. Dema ku min ew dûman hilmijî, min hest kir ku pişikên min di bin zextê de ne… Min du meh berê li wir dest ji xebata xwe berda, lê hîna jî ez di nefesê girtinê de zehmetiya dikişînim.”
Kesekê 35 salî ku malbata wî bi dehsalan li nêzî tesîsên vezîvirandinê dijî jî got; “Xwişka min a 27 salî ji ber pençeşêra kolonê 10 sal berê mir.”
Ev kes anî ziman ku jiyana li nêzî van şîrketan bûye sedema mirina 4 endamên malbata wî û wiha pêde çû: “Birayê min 4 sal berê di 34 saliya xwe de ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest da. Ez difikirim ku ew ji ber tesîsên vezîvirandinê ye.”
DIVÊ YE Û TIRKIYE XWEDÎ LI BERPIRSYARÊN XWE DERBIKEVIN
HRW’ê, endamên Yekîtiya Ewropî jî di nav de ji welatên hinardekirina bermahiyên plastîk dikin, daxwaz kir ku li şûna ku bermahiyan bişînin welatên ku di jîngeh û cîhê kar de lewaz an jî ne têrker pêk tînin, ji bo birêvebirina bermahiyên plastîk a bi rengekî bi bandor a di navxwe de gavan bavêjin.
Di raporê de her wiha bang li hikûmeta Tirk hat kirin ku pêwîste qedexeya li ser hawirdekirina bermahiyên plastîk ên ji bo vezîvirandinê, ku di Tîrmeha 2021’an de hatibû danîn, lê bi lez hat rakirin, ji nû ve vegerîne der rewşa xwe ya berê.
Krîsta Shennûm destnîşan kir ku “Welatên herî dewlemend ên Ewropayê bermahiyên xwe dişînin Tirkiyeyê û bi vê yekê hin civakên herî mexdûr ên Tirkiyeyê ku zarok, penaber û koçber jî di nav de ne, dikevin ber xetereyên cidî yên jîngeh û tenduristiyê.”
Shennûm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her yek ji welatên YE’yê û yên ku plastîk hinarde dikin berpirsiyariya bermahiyên plastîk bigrin ser milê xwe, hinardekirina ji bo Tirkiyeyê rawestînin û rêjeya plastîkên ku hildiberînin û bikar tînin kêm bikin.”