Tîma futbolê Azadî Wûppertal bi dîrektorekî nû yê teknîkî têkoşîna xwe didomîne
Tîma futbolê BV 1885 - Azadî Wûppertal a di demên zor û zehmet de ye, bi dîrektorê nû yê teknîkî Mehmet Çapan re antrenmanên xwe didomîne.
Tîma futbolê BV 1885 - Azadî Wûppertal a di demên zor û zehmet de ye, bi dîrektorê nû yê teknîkî Mehmet Çapan re antrenmanên xwe didomîne.
Tîma futbolê BV 1885 - Azadî Wûppertal a di demên zor û zehmet de ye, bi dîrektorê nû yê teknîkî Mehmet Çapan re antrenmanên xwe didomîne.
Tîma futbolê BV 1885 - Azadî Wûppertal li bajarê Elmanya Wûppertalê di lîga Kreîslîga B - Gruppe 2 têdikoş e. Dîrektorê nû yê teknîkî Mehmet Çapan diyar kir ku rewşa tîm roj bi roj baştir dibe. Çapan ê ku pênc hefte ne bi tîm re dixebite, der barê têkoşîna xwe ya li lîgê de ji ANF'ê re axivî.
Çapan ragihand ku wî şeş salan di nava tîma futbolê Azadî Wûppertalê de weke lîstikvan cih girtiey û got, "Dema ku min bihîst tîm di rewşeke zehmet de ye, gelekî bi zora min çû. Ji ber vê yekê ji ekîba Elman a pê re dixebitîm veqetiyam û weke dîrektorê teknîkî yê Azadîspor hatim. Tîm hewl dide xwe di nava lîgê de bigire. Me sê maçên xwe yên dawî qezenc kirin û ez bawerim em ê di lîgê bimînin. Em dixwazin di vê sezonê de di lîgê de bimînin û di sezona pêş de jî bibin şampiyon. Ev potansiyela me bi rastî jî heye."
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Çapan anî ziman ku dema ew derdikevin lîstikan, alîgirên tîmên hevrik hene û got, "Hebûna alîgiran moral û avantajeke mezin dide tîma hevrik. Lê em, alîgir li aliyekî sponsor jî bi destê me nakevin. Lewma em gelekî zehmetiyan dikişînin. Em Kurdan temsîl dikin. Em dixwazin Kurdistanî bên li maçên me temaşe bikin û destekê bidin tîma xwe. Bi rêya ANF'ê ji vê derê dixwazim bang li Kurdistaniyan bikim; Ji kerema xwe re xwedî li tîma xwe derkevin. Em malbatek in û li Wûppertalê yekane tîma futbolê ya ku Kurdan temsîl dikin e. Lewma em bang li Kurdistaniyan dikin ku xwedî li tîma xwe derkevin."
Heyeta Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppetalê jî, ku ji bo şopandina antrenmanan hat stadyûma BV 1885 - Azadî Wûppertal, da xuyakirin ku ji bo serketina tîmê çi ji destê wan bê ew ê bikin. Heyetê bibîr xist ku di 10'ê Kanûna 2015'an saet di 19:30 de Azadî Wûppertal wê li deplasmanê bê pêşberî tîma SSC Germanîa û bang li Kurdistaniyan kir ku vê maçê bişopînin.
Navnîşana maç lê were lîstin ev: Kunstrasenplatz, Sportplatz Am Freudenberg 5, 42119 Wuppertal