Teyrê sala 2021'ê: Athena noctua
'Kundê biçûk' ku ji Asya heta Kurdistan û Tirkiyeyê, ji wir jî heta rojavayê Ewropayê li qadeke berfireh dijî, weke teyrê sala 2021'ê hate hilbijartin.
'Kundê biçûk' ku ji Asya heta Kurdistan û Tirkiyeyê, ji wir jî heta rojavayê Ewropayê li qadeke berfireh dijî, weke teyrê sala 2021'ê hate hilbijartin.
Ev cûreyê kundê biçûk ku navê xwe yê latînî 'Athene noctua' ye, ji aliyê saziya bi navê BirdLife ve weke teyrê sala 2021'ê hate hilbijartin.
Di daxuyaniya BirdLife de hate ragihandin ku ev cûreyê teyr, bi taybetî li Swîsreyê bêpirsgirêk dijî, lê tevî vê yekê jî ji bo karibe hebûna xwe dewam bike, xwedî hejmareke têrker nîne.
Cûreyê Athene noctua ku beriya 20 salan li kantona Jura ya li ser sînorê Fransayê hebûna xwe di metirsiyê de bû, bi saya projeyên BirdLife hate parastin.
Li gorî daxuyaniya BirdLife, li kantonên Jura, Cenevre û Tessinê bi giştî 149 ji vî teyrî hatine tespîtkirin. Lê belê hişyarî hate dayin ku ev hejmar ji bo dewamkirina hebûna cûreyê Athene noctua têrker nîne.