Tevî baranê jî Evûstralya dişewite

Li Evûstûralya ku şewat lê dom dike, piştî roja Pêncşemê roja Înê jî baran barî.

Di şewata li Evûstralyayê de heta niha 28 kes mirin, bi hezaran mal hilweşiyan, mîlyonek hektar (herêmeke 100 hezar kîlometre çargoşe) bû xwelî û nêzî mîlyarek lawir mirin.

Barana îro ya li rojhilatê Evûstralya barana herî bi hêz ya deh salên dawî ya li vê herêmê tê nirxandin.

Tevî baranê li Eylatea Yeni Guney Galler (Gallera Başûr a Nû) heta niha nêzî 30 şewat nehatine kontrol kirin. Li dehan nuqteyên Eyaleta Vîctorîayê ya cîran jî şewat heye.

Mixabin li Girava Kangûrû ku ji bo faûna û flora weke perestegehî rast tê nirxandin baran nehat.

Li Girava Kangûrê parka netewî şewitî û beşeke mezin ya nifûsa koalayê mirin. Metirsiya tinebûna hinek curên çûkan heye.

Li gel vê tê texmînkirin ku di rojên pêşiya me de hewaya hêmî (şêlo-rûtûbet) li rohilat û başûrê welat dewam bike. Ev jî dide nîşandan ku hêviyek ya baranê li Girava Kangûrû heye. Tê payîn ku dawiya hefteyê li paytext Sydeny a Yenî Guney Galler baranek bihêz bibare.