Tevgera Azadî li Kerkûkê kampanya paqijiyê da destpêkirin
Tevgera Azadî, ji ber gemarîkirina hawirdorê û qadên dîrokî yên Kerkûkê, bi dirûşmeya "dîrok pêşeroja me ye, em xwedî lê derkevin" li keleha Kerkûkê dest bi kampanya paqijiyê kir.
Tevgera Azadî, ji ber gemarîkirina hawirdorê û qadên dîrokî yên Kerkûkê, bi dirûşmeya "dîrok pêşeroja me ye, em xwedî lê derkevin" li keleha Kerkûkê dest bi kampanya paqijiyê kir.
Tevgera Azadî, ji ber gemarîkirina hawirdorê û qadên dîrokî yên Kerkûkê, bi dirûşmeya "dîrok pêşeroja me ye, em xwedî lê derkevin" li keleha Kerkûkê dest bi kampanya paqijiyê kir. Gelek Kerkûkiyan jî cihê xwe di nava kampanyayê de girtin.
Endamê Tevgera Azadiyî Mewlûd Ezîz li ser kampanyayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Li Kerkûkê kolan, rê û cihên dîrokî tên herimandin. Weke Tevgera Azadî ji bo paqijiya bajarê xwe, me bi taybetî keleya Kerkûkê ya nîşaneya bajêr re, hilbijart.
Ezîz di dewama axaftina xwe de ragihandin ku herimandina cihên dîrokî û gemarîkirina tevahiya Kerkûkê, mîna xiyanetek li mirovên li eniya şer ji bo parastina xaka xwe têdikoşin e û got, "Pêwîstiya Kerkûkê bi kampanyayeke bi vî rengî ya paqijiyê hebû. Ji ber ku kolan û rêyên bajarê me bûne mîna sergo. Li dijî vê qirêjiyê, di çarçoveya wezîfeya xwe ya welatparêziyê de em ketin nava tevgerê û me xwest kampanya papijiyê bidin destpêkirin. Ji vê derê bang li hemû şêniyên Kerkûkê dikim; Eger em derdora xwe paqij bikin, em ê pêşî li gelek nexweşiyan bigirin. Di vî warî de em hemû ji paqijiya bajarê xwe berpirsyar in. Xebatên Şaredariyê di vî warî de kêm in. Çi ji destê me tê divê em alîkariyê bidin şaredariyê û heta dawiyê mafê xwe biparêzin. Em hêvîdarin ku ev kampanya me wê ji bo Kerkûkeke paqij û bedewtir bibe mizgîniyek."
Şêniyên bajêr ên li ser kampanya paqijiyê axivîn banga hişyarî û hesasiyetê kirin û diyar kirin ku ji ber kampanya Tevgera Azadî ew minetdar in.