Têkoşîn Dilgeş: Pêwîste her kes xwedî li pêngava azadiya Rêber Apo derkeve

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya KJAR’ê Têkoşîn Dilgeş got, “Xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li PKK’ê û hebûna xwe ye. Pêwîste her kes xwedî li vê pêngavê derkeve.”

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Têkoşîn Dilgeş beşdarî bernameya taybet a televizyona Aryen TV’yê bû û li ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê nirxandin kir.

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Têkoşîn Dilgeş di serî de berxwedana Îmraliyê silav kir û ev tişt got, “Ji 10’ê Cotmehê ve pêngaveke berfireh ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye despê kirin. Ji xwe ev 25 sal in ku Rêbertî di Îmraliyê de di nava tecrîdeke girankirî de ye. Li kêleka vê yekê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, êdî her kes dizane ku nêzîkatî û zihniyeta deshilatdariyê, pirsgirêkên gelan çareser nake, berovajî vê yekê pirsgirêkan kûr dike. Îro li her devereke cîhanê, ji ber vê yekê tevahiya civak di nava qirîz û kaosê de dijîn. Aliyên ku Rêber Apo dixwînin û dengê xwe derdixin, ji xwe bi her şêweyekî hovane hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin. Ji ber vê yekê jî, pêngava ku îro hatiye despê kirin, bi gel hate despê kirin. Di roja me ya îro de tevahiya gel û civak, ji bo ku bikaribin jiyanek demokratîk û azad bijîn, xwe li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo dikin xelek û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang dikin.”

‘JI BO GELAN NEFESA AZADIYÊ YE’

Dilgeş, destnîşan kir ku hêzên hegemon û desthilatdar ji hêz û yekîtiya gelan ditirsin û wiha domand, “Ev yek li her deverek cîhanê mirov dikare bibîne. Li Tirkiyê, dema ku dewleta Tirk a faşîst hêza vê pêngavê dît, hê zêdetir tirsiya. Ji ber vê yekê jî bi rêya cezayên nû yên li dijî Rêbertî, hewl dide tisa xwe bi zext û girankirina tecrîdê li ser Rêbertî û gelên azadîxwaz veşêre. Ji bandora felsefeya Rêbertî a li ser tevahiya gelên cîhanê, ditirsin. Ji ber ku êdî gel tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nake. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, beriya demekê gel xwest ku ji bo Rêber Apo li Gemlikê meş lidar bixe, lê belê bi her şêwazî pêşî li gel girtin. Her car bi heman êrîşan nêzî gel dibin. Lê belê êdî ew bi xwe jî ketine ferqa vê yekê de ku, nikarin pêşî li gel bigrin. Gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelan nefesa azadiyê ye. Çiqas hêzên deshilatdar û faşîst bi rêya zext û zorê bixwazin gelan bêhêvî bikin jî, nikarin encam bigirin. Êdî gelên azadîxwaz ne bi girtin û ne jî bi êşkenceyên hovane, nikare bitirsîne û bêhêvî bike.”

‘XWEDÎ DERKETINA LI RÊBERTÎ XWEDÎ DERKETINA LI AZADIYA XWE YE’

Dilgeş, bal kişan ser girîngiya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê û bi taybetî jinan û wiha dewam kir, “Ev pêngav ne çend roje, ev nêzî du sale li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi pêşengtiya jinan ve hatiye despê kirin. Ji ber ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi xwe felsefe û bangewaziya Rêber Apo ye. Di roja me ya îro de fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengtiya jinan ve, teqîneke mezin a ji bo azadiyê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de derxist pêş. Bi vê teqînê re jinan, tevahiya tiştên ku di şexsê wê de li ser civakan tê sepandin, red kir û li hemberî wan derket. Ji bo ku jin bikaribin di her qadeke jiyanê de rolê xwe bilîze û hebûna xwe îfade bike, banga Rêber Apo ya ji bo azadiyê bi dengê xwe bilintir kir. Li hemberî vê yekê jî, îro zexteke di asta herî jor de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser jinan tê meşandin. Ji xwe zextên ku li ser jinan tê meşandin, li ser tevahiya civakê tê meşandin. Li hemberî van zext û zordariyan, li her deverekê mirov paradîgmaya Rêbertî her dem çareseriya herî sereke dibîne. Ji ber vê yekê jî paradîgmaya Rêber Apo, îro çiqas ji bo tevahiya gelên cîhanê pêwîstiyeke herî sereke ye, ji bo tevahiya civak û gelên Rojhilatê Kurdista û Îranê jî bi heman şêwaziye. Ji ber vê yekê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwedî derketina li Rêber Apo xwedî derketina li mafê xwe yê azadî û demokrasiyê ye.”

‘PÊWÎSTE HER KES XWEDÎ LI VÊ PÊNGAVÊ DERKEVE’

Têkoşîn Dilgeş, her wiha bal kişande ser 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevahiya azadîxwazan pîroz kir û got, “Hebûna gelê Kurd, bi damezrandina PKK’ê ve ji nû ve ava bû. Di vê rojê de tevahiya gelê Kurd û Kurdistan, vejînek nû jiya. Eger Rêber Apo PKK’ê ava nekiriba, îro Kurd û Kurdistan jî nebû. Li kêleka vê yekê rastiya gel û netewan, dernediket pêş. PKK’ê li her devereke Kurdistanê bandoreke xwe ya diyarker da ava kirin. li Rojhilatê Kurdistanê jî ev yek derbasdar e. Ji roja avabûna Partiya Kakerên Kurdistan, heta roja me ya îro gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ewladên xwe di nava têkoşîna PKK’ê de şehîd da. Ji xwe ev yek jî bandora PKK’ê li ser vê civakê bi awayekî şênber derdixe holê. Tişta ku ev partî ji tevahiya partiyên Kurd cuda digire dest, netewî bûna wê ye. Tenê yek beşên Kurdistanê negirt dest, ji bo azadiya her çar beşên Kurdistanê têkoşiya û hê jî têdikoşe. PKK’ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve, bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, berxwedêrî û egîdiya gelê Kurd, bi tevahiya gelan da hîs kirin. Îro xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li PKK’ê û hebûna xwe ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku îro tevahiya gelan, xwedî li vê pêngavê derkeve”