Talokeya li ser Geliyê Bendîmahî

Rûbara Bendîmahî û Geliyê Bendîmahî yek ji xweşikahiya sirûştî ya Bêgirê ya Wanê ye û bi projeyên HES’ê taloke heye ku tine bibe.

Bakurê Kurdistanê bi sirûştiyeke pir bedew e, bi çiya, gelî, deşt, gol û çem û rûbarên xwe û li dijî talan û êrîşan li ber xwe dide bi hezaran sal in.

Yek ji xweşikahiya sirtûşyî ya ku tine nebûyî jî li Bêgirê ya Wanê ye. Rûbaroka Bendîmahî û Geliyê Bendîmahî malxweyitiyê li gelek zindiyan dike û temenê wan bi hezaran sal in.

Li geliyan bi hezaran bêrm û bi sedan şikeft hene. Gelek ji wan hê destê kesî negihaye wan, taloke li ser wan heye. Ne teşwîkên bi armanca turîzmê hene, ne têne danasîn, ji bo parastina xweşikiya sirûştî ti tevdîr jî nînin. Berevajî ev hemû xweşikahî gav bi gav têne tinekirin.

Rûbaroka Bendîmahî û Geliyê Bendîmahî ji ber  projeyên HES’an ên dewleta  Tirk taloke heye ku bi temamî ji holê rabin.

Jji niha ve beşekî mezin ê geliye tine dibe û li ser gefan hebûna xwe didomîne.