Talana li Wan û Colemêrgê taleneke xeternak e

Rêxistinên hawirdorê yên li Colemêrg û Wanê gotin ku asta xerakirin û qirêjkirina jîngehê ji bo rantê gelek xeternak e.

Saziyên ekolojiyê yên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi banga Komeleya Parastina Hawirdor û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER) ji bo balê bikişînin ser talankirina ekolojiyê ya li herêmê tê kirin hatin Wanê. Rêxistinên ekolojiyê yên li Colemêrg û Wanê, talankirina xwezayê li cihê cih raçav kirin, li qeraxa Gola Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û ji bo hestyariyê bang kirin. Li ser navê komê endama Komeleya Hunerê Ji Bo Xwezayê Goksen Ezelturk metina daxuyaniyê xwend.

‘TENDURISTIYA MIROV DI XETERYÊ DE YE'

Ezelturk da zanîn ku 6 roj in li herêmê, li Colemêrg û Wanê hewil didin ku pirsgirêkên di warê ekolojiyê de raçav bikin û wiha got: “Di nava hefteyekê de me li vir dît ku ew texrîbata li ser asasê rantê ya li Saros, Kazdaglarî, Îkîzkoy, Îkîzdere an jî Îlîçê hatine kirin li Colemêrg û Wanê jî di asteke pir cidî de hatiye kirin. Mixabin li gor tesbîta me, gelek cureyên nebat û heywanên endemîk rû bi rûyê xetereya qirkirinê ne. Ji ber qirêjiya ava Zap, Çemê Zîlan û Gola Wanê tendirustiya gelên li herêmê di bin xetereyeke mezin de ye. Bi taybetî qirêjiya ava Zapê ya ji ber kanên madenan, toza kanên keviran, bêhna çopên li nêzê Colemêrgê û gazên jehrî yên ji ber vê belav dibin û bêhna ji ber qirêjbûna Gola Wanê belav dibe, em gelek tirsandin."

Ezelturk anî ziman ku wan tespît kiriye ku berî ku raporên ÇED'ê yên ekolojîk bên amadekirin, kargeh bêyî fîltre û pergalên dawerivandinê dest bi kar dikin û wiha got: "Li Hewzeya Gola Wanê ku milyon û 200 hezar kes lê dijîn, îmareke bêplan tê pêkanîn û ev gefeke mezin e ji bo Gola Wanê. Her roj 46.400 m3, yanî 4500 kamyon bermayî daxilî golê dibin. Paqijkirina heriya binê golê jî, bes ji cihekî ber bi cihekî din vê tê veguhastin. Paqijiya binî golê ya li qadeke bi firehiya xwe 500-600 metre û bi kûrahiya xwe 150 metre, xizmeta teknîk û armanca xwe nake. Her wiha nexebitandina tesîsa dawerivandinê ya biyolojîk jî ku mesrefek zêde lê hat kirin cihê şaşmayinê ye. Heriya tê derxistin jî li qeraxa golê tê valakirin. Ev, ji ya di binê golê de xirabtir e. Demildest divê ji bo Gola Wanê qanûnek bê çêkirin û bê pêkanîn."

SAZIYÊN ÎMZEKAR

Saziyên daxuyanî îmze kirine ev in: ‘’Komeleya Hunerê ji bo Xwezayê (DÎSDER), Komeleya Parastina Jîngeh û Berhemên Dîrokî ya Wanê (ÇEVDER), Koma Ekolojiyê ya Halkevlerî, Komeleya Jîngehê ya Mûnzûrê, Platforma Jîngehê ya Mûglayê, Klûba Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Cîlo ya Colemêrgê, Piştevaniya Kazdaglari ya Stenbolê, Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê, Platforma Jîngehê ya Rojhilatê Anatoliyayê, Federasyona Komeleyên Colemêrgê, Platforma Jîngehê ya Rojavayê Behra Reş a Turkçepê, Koma Ekolojiyê ya Civakî, Komeleyên Karsazên  Bazîdê, Komîsyona Dadweriyê ya Avûhewayê, Înîsiyatîfa Jiyanê ya Kesk,  Platforma Jîngehê ya Turkçepê, Platforma Jîngehê ya Bûrhaniyeyê (BÛRÇEP), Koma Xebatê ya Avûhewayê ya Çep a Kesk,  Platforma Jîngehê ya Meletiyê û Platforma Jîngeh, Perwerdehî û Piştevaniyê ya Deştînê’’