Civaknas Îbrahîm Soysuren diyar kir ku li qada navneteweyî li ser jiyana koçberan bazarî tê kirin û destnîşan kir ku polîtîkayên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê yên li ser koçberan, ne rêya çareseriyê ye.
Ji Zanîngeha Neûchatel a Swîsreyê Civaknas Îbrahîm Soysuren, polîtîkaya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser koçberan, armanca 3 mîlyar euroyê ku Yekîtiya Ewropa (YE) ji Tirkiyeyê re bê şandin û şert û mercên koçber tê de dijîn, ji ANF'ê re nirxand.
'PIŞTÎ 2. ŞERÊ CÎHANÊ MEZINTIRÎN KRÎZA CÎHANÊ YA KOÇBERAN DIQEWIME'
Soysuren da xuyakirin, ku polîtîkayeke li ser koçberan a roj bi roj tund û dijwar dibe derdikeve holê û anî ziman ku li şûna nêzîkatiyeke însanî, helwesteke ewlekarîparêz li hemberî koçberan tê nîşandan. Soysuren ragihand, ku piştî 2. Şerê Cîhanê, mezintirîn krîza koçberan a cîhanê niha diqewime û got, "Bi mîlyonan mirovan îro xwe dane ber deriyan. Her kes gelekî baş dizane ku welatên Yekîtiya Ewropayê welatên herî kêm ketine binê vî barî ne."
'PIRSGIRÊKA KOÇBERAN WEKE PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ TÊ NIRXANDIN'
Soysuren diyar kir ku Ewropa ji krîzeke bi vî rengî ya koçberan re ne amade bû û da zanîn, ku polîtîkaya koçberan a hevpar ku Yekîtiya Ewropa dixwaze îro bixe meriyetê, nikare bi cih were anîn. Soysuren anî ziman ku projeya parvekirina koçberên hatine Ewropayê, mînaka herî dawî ya vê yekê ye û destnîşan kir, ku dema ev nîqaş tên kirin, Peymana Cenevreyê ku bingeha statuya penaberan e, li ber çavan nayê girtin.
Soysuren ragihand ku di havînê de gava Elmanyayê ji bo demekê jî be deriyên xwe li koçbera vekir, kêm be jî koçber rastî nêzîkatiyeke însanî hatin, lê belê bi komkujiya Parîsê re polîtîkayên ewlekarîparêziyê ketin şûna vê nêzîkatiyê.
'LI TIRKIYEYÊ TRAJEDIYEK HEYE'
Civaknas Îbrahîm Soysuren da xuyakirin, ku yek ji cihên koçber lê pirsgirêkên mezin dijî Tirkiye ye û anî ziman ku trajediya li vê derê jî gelekî baş tê dîtin û zanîn. Soysuren diyar kir ku nêzîkatiya civaka Tirkiyeyê ya li penaberan jî gelekî cuda nîne û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê trajediyeke koçberan tê jiyîn. Soysuren got, "Li Tirkiyeyê koçber li naverastê, li kolanan dijîn. Piraniya van jî ciwan in. Rewşeke gelekî tirsnak heye. Gelek malbat û zarok neçar dimînin parsekiyê bikin. Her wiha zext û zor li gelek jin û zarokan tên kirin ku fûhûşê bikin."
'ARMANCA BINGEHÎN A 3 MÎLYAR EURO, JI HOLÊ RAKIRINA MEXDÛRIYETÊ NÎNE'
Soysuren, 3 mîlyar euroyê ku YE dide Tirkiyeyê nirxand û ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê bi vî rengî dixwaze pêşî li koçberên li Tirkiyeyê bigire ku berê xwe nedin Ewropayê. Soysuren da xuyakirin, ku zehmet e YE daxwaza xwe bi ser bixîne û destnîşan kir, ku mirovên ji bilî jiyana xwe tiştekî winda bike nemaye, zehmet e bi vî rengî bên rawestandin, pêşî li wan bê girtin.
Soysuren diyar kir ku armanca bingehîn a Yekîtiya Ewropayê, bi rêya alîkariya ji Tirkiyeyê re çareserkirina mexdûriyeta koçberan nîne û got, "Hewldanek ji bo çareserkirina mexdûriyeta koçberan nîne. Ne bawerim ku hin kes li ser jiyana koçberan an jî mercên însanî yên jiyana koçberan difikirin."
'DERYA SPÎ ROJ BI ROJ VEDIGUHERE GORA JI HEZARAN MIROVAN'
Soysuren di dewama axaftina xwe de da zanîn ku jiyana koçberan weke mijarek bazariya navneteweyî yan jî amûrek ji bo qelskirina destê hin kesan tê dîtin û ragihand, ku rêbaza dayîna pereyan ji bo Tirkiyeyê, pirsgirêka koçberan çareser nake. Civaknas Soysuren got, "Yekîtiya Ewropayê Derya Spî kir ku ji her alî ve bişopîne. Lê belê nikarîbû hatina bi sed hezaran mirovan asteng bike. Naxwazin fêm bikin, ku ev mirov ji bilî jiyana xwe, tiştekî karibin winda bikin, nemaye. Her kesî dît ku polîtîkayên ewlekarîparêziyê rê li ber mirina bi hezaran mirovan vedike. Derya Spî roj bi roj vediguhere gora bi hezaran mirovan."
'DIVÊ POLÎTÎKAYÊN BI KÊRÎ KOÇBERAN TÊN WERIN MEŞANDIN'
Soysuren da xuyakirin ku Tirkiyeyê her tim ser pirsgirêka koçberan nixumandiye û da zanîn, ku heta têkildarî vê mijarê poltîkayek neyê diyarkirin, ew ê nikaribe bibe hêzeke polîtîk a alternatîf. Soysuren diyar kir ku divê ji bo koçberan projeyên cidî werin pêşkêşkirin û got, "Li Tirkiyeyê pirsgirêkên ewçend giran hene, bi pirsgirêka koçberiyê re barê siyasetê girantir bû. Lê belê eger li ser vê mijarê neyê rawestîn, ev pirsgirêk wê bi şêweyekî mezintir derkeve pêşberî mirovan."