Navenda Colemêrgê û navçeya Geverê ji ber qirêjiya hewayê di rewşeke metirsîdar de ne. Colemêrg salên dawî li nava bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji bajarên sereke ye ku hewa wê qirêj e. Li gorî rapora 'Rapora Reş a 2021' a Platforma Mafê Hewa Paqij, sala 2020'î sêyemîn bajarê ku hewaya wê herî zêde bêkalîte bû, bi 171 pûanî Colemêrg bû. Her wiha di sala 2020'î de bajarên ku kalîteya wê ya hewayê herî kêm e bajarên Kurdistanê Îdir, Agirî û Mûş bûn.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Geverê Şoreş Dîrî diyar kir ku qirêjiya hewayê ya li Geverê encameke qisûra mirovan e û destnîşan kir ku ji vê yekê jî desthilatdariya siyasî û sermayeya xwecihî ya alîgirê wê ye ku komira bi baca gel tê kirîn, mîna xêrekê li xelkê belav dikin.
Şoreş Dîrî bi bîr xist ku pisporên tenduristiya gel ên ser bi Yekîtiya Tabîbên Tirk têkildarî qirêjiya hewayê destnîşan kirine ku li Colemêrgê bi taybetî jî li Geverê ji ber komira bêkalîte ya ku bi destê dewletê li gel tê belavkirin, bûye sedem ku di asteke metirsîdar karbondîoksît û karbonmonoksîd belav bibe. Sorej Dîrî got, "Lewma ev rewş ne ya serdem an jî salekê ye. Encameke polîtîkaya rantê ye ku di dema AKP'ê de li serdemeke berfireh hatiye belavkirin û ji ber komira bêkalîte ye ya xelkê xizan nekarî bikaranîna wê hatiye hiştin."
SIYASETA HEWCEDARKIRINÊ
Şoreş Dîrî destnîşan kir ku desthilatdarî siyaseta hewcedarkirinê li bajêr dimeşîne û wiha dewam kir, "Xelkê ku bi polîtîkayên ewlekariyê hatiye xizankirin, neçarî cerdevanbûnê, sîxurbûnê yan jî di bin navê 'alîkariyê' de hewceyî alîkariya pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê û xwarinê tê kirin. Yek ji lingê girîng ê vê siyaseta hewcedarkirinê jî komira bêkalîte ye ku mehên zivistanê tê belavkirin. Tê dîtin ku ev komir ji madenên li Şirnexê tê derxistin û tê anîn. Sedema bingehîn a zêdebûna qirêjiya hewayê ya mehên zivistanê ev komir e ku ji aliyê fîrmayên alîgir ve di bin navê 'alîkariyê' li xelkê xizan tê belavkirin."
POLÎTÎKAYÊN HIKUMETÊ GEFÊ LI TENDURISTIYA GEL DIXWIN
Şoreş Dîrî bi bîr xist ku deşta Geverê berhemeke tektonîk e, lewma dema ku komira bêkalîte jî tê bikaranîn hingî bandoreke neyînî li guhertina hewayê dike. Şoreş Dîrî anî ziman ku ev rewş bandorê li ser mirovan û xwezayê dike û got, "Belavbûna vê qirêjiya hewayê ya li salan bêguman bandorê li tenduristiya civakê, hewa û nebatan dike û encamên dramatîk bi xwe re tîne. Mînak, ev qirêjiya hewayê carna weke berfê carna jî weke baranê tevlî ava vexwarinê ya li navenda bajarê Geverê dibe û em dibînin ku qirêjî zêde dibe. Ji ber ku qirêjiya hewayê tevlî berfê dibe, dema ku berf dihele, ava bû jê tê û çandinî pê tê kirin, dibe sedem ku çandinî kêm bibe û hin nexweşiyên nebatî belav bibin."
BAJARÊN LI SER SÎNOR JI GAZA XWEZAYÎ BÊPAR TÊNE HIŞTIN
Şoreş Dîrî bi bîr xist ku Tirkiye ji aliyê çavkaniya gaza xwezayî ve bi derve ve girêdayî ye û got, "Lewma jî ji bo gaza xwezayî werbigire serî li welatên mîna Rûsya û Îranê dide. Piraniya lûleyên gaza xwezayî di ser bajarên Kurdan an jî nêzî wan derbasî bajarên rojava têne kirin. Bajarên ku gaza xwezayî bi hêsanî dikare bigihêje -ku yek ji wan jî Gever e- ji vê derfetê bêpar têne hiştin. Ev herêm ji salên destpêkê yên Komarê û vir ve weke 'herêmên bêpar' hatiye pênasekirin. Ev têgihiştin bi destê AKP-MHP'ê ve tê dewamkirin. Ji ber vê yekê qirêjiya hewayê ya li bajarê me ne salane ye, her sal e. Lewma neanîna gaza xwezayî ji bo bajarê me encameke polîtîkayê ye."
Şoreş Dîrî ragihand ku îhaleya gaza xwezayî ya ji bo herêmê ku du caran hate betalkirin, tê gotin ku wê 12'ê Çileyê bê kirin û wê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.