Sînemayeke mezin: Berlinale

Berlinale yan jî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinê, ev 67 sal in tê lidarxistin. Ev festîval wek Cannes û Venedîkê di cîhana sînemayê de yek ji yên herî mezin, bi bandor û navdar e.

Serpêhatiya vê festîvala dîrokî ya bi navê xwe yê orîjînal Internationale Filmfestspiele (Festîvala Navneteweyî ya Berlînê) gelek dûr û dirêj e. Destpêka festîvalê heta Şerê Cihanê yê Duyemîn diçe... Piştî şer bi 6 salan li rojavayê bajarê Berlînê festîvaleke bi vî rengî hat destpêkirin. Destpêk di navbera 6-17 Hezîrana sala 1951’ê de li taxa bajêr a bi navê Steglitzê li salona bi navê  Titania Palast bû. Armanca hilbijartina vê tax û salonê ew bû ku wan salan li bajêr salona herî kêm ji şer zerar lêbûyî ew bû. Ji ber wê jî yekemîna festîvala Berlinale li vir hat çêkirin. Fîlma yekemîn a festîvalê jî ya derhenêr Alfred Hitchcook a bi navê “Rebecca” bû. Ev fîlm ji pirtuka nivîskar Daphne Du Maurier a bi navê “Rebecca” di sala 1938’an de li sînemaya hatibû anîn. Fîlm li ser psîkolojiya civakê disekine. Fîlmê di heman demê de gelek xelatên Oscarê jî wergirtibûn.

XWEDÎ PRESTÎJ E Û GIRANBIHA DIBE

Lê sala duyemîn yanî 1952 ji ber ku ev salon li taxeke ji derveyî bajêr e, festîvalê ji wir bar kir û hat nava bajêr. Ji wir bi şûn ve festîval heta 5 salan di salonên Delphi Filmpalast û Capitol hat lidarxistin. Wê demê galayên dayîna xelatên festîvalê jî di bin sîwana stadumya Olimpiyatê ya li Waldbuehne ya servekirî de dihatin dayîn. Ji ber ku festîval di heyva Heziranê de bû, ev yek jî ne pirsgirêk bû. Nasnameya festîvalê û mêvanên ji meydana navneteweyî jî piştî festîvala sêyemîn hatin Berlînê. Berlinale sala 1957’an jî hat Zoo Palastê. Ev der salona li Berlînê ya herî mezin û navdar bû. Piştî ku Berlinale Zoo Palast ji xwe re kir mekan, nasname û giraniya festîvalê hêdî hêdî zelal bû. Berlinale piştî van salan li cihana sînemayê dibe xwedî prestîj û giranbiha dibe. Hêdî hêdi di serî de Hollywood û gelek lîstikvanên sînemaya cîhanê bere xwe didin Berlînê. Ev bajar ji vir û bi şûn ve dibû navnîşanek ji bo stêrkên sînemayê jî... 

BI NASNAMEYA XWE YA SIYASÎ TÊ NASKIRIN

Lê nasnameya festîvalê sala 1960’î derdikeve holê. Ji ber ku fîlmên mijarê wan birçîbûn, bê edaletiya cîhanê û pirsgirêkên civakî lê  dihatin nîşandan. Ji ber vê yekê jî festîval bi nasnameya xwe ya siyasî tê naskirin. Lê ev nasnameya polîtîk ber bi salên 1970’yî ve zelal û eşkere dibe. Ji vir û bi şûn ve Berlinale li gorî Venedîk û Cannesê zêdetir siyasî ye. Bi  vê nasnameya xwe tê naskirin.
 
Sala 1978’an dema çêkirina festîvalê tê guhertin. Heyanî wê demê festîval di Hezîranê de dihat lidarxistin, lê piştre Berlinale her sal Sibatê tê li darxistin. Her çiqas bi fermî neyê gotin jî ji ber festîvala Cannesê biryarek weha hatiye dayîn. Ji ber ku Cannes Gulanê, Venedik jî Îlonê li dar dikeve, Berlinale jî Sibat ji xwe re neqandiye. Bi vî awayî her sê mezintirîn festîvalên sînemaya cihanê di demsalên cihê de tên çêkirin.
 
CIHEKÎ NÛ HAT ÇÊKIRIN

Berlinale  ji sala 1957’an heta 2000’î  47 salan li ZooPalastê lidar ket. Êdî ev der bi navê Berlinale rê dibe yek. Lê piştî ku Rojavayê Elmanyayê û Rojhilatê Elmanyayê bûn yek. Li navenda rojhilatê Berlînê ji bo festîvalê cihekî nû hat çêkirin û Berlinale jî li wir bi cih bû. 

Lê ZooPalastê 47 salan ne tenê ji Berlinale re malovanî kir, ew her wiha bûbû yek ji navend û rawestgehên stêrk, derhêner û fîlmçêkerên cihanê. Dema festîval hat cîhê niha Postdamer Palastê, gelek kesan bi fikar lê dinihêrî. 
 
SEDEMA HILBIJARTINA HIRÇ

Di Berlinale de ya herî bala mirova dikişîne jî xelata festîvalê ye. Xelata herî mezin a festîvalê “Hirça Zerîn” e,  ya din jî “Hirça Zivîn”e. Hilbijartina Hirçê jî dîrokî ye. Lewma hirç ji bo Berlîniyan gelekî pîroz e. Ji xwe, hirç heta îro jî sembola bajêr e. Li gorî efsaneyekê, gurên birçî êrişî bajêr dikin, wê demê hirç nahêlin û wan guran ji bajêr diqewitînin. Bajêr diparêzin. Ji hingê ve hirç ji bo Berlîniyan pîroz e û sembola bajarê wan e. Ev xelat ji roja ewil ve tê dayîn. Her çiqas Berlinale bi awayekî amatorî dest pê kiribe jî dema îro, li cihanê gelek bi bandor e û xwedî prestîj e. 

400 FÎLM TÊN NÎŞANDAN

Festîval tenê bi beşa pêşbirkê dest pê kir. Lê îro, beşên Panaroma, Forum, Berlinale Special Generation, Perspektive Deutsches, Berlinale Classics û gelekên din lê zêde bûn.   Her sal di van beşan de qederê 400 fîlm tên nîşandan. Ev film jî ji nav 7 hezar û 500 fîlm tên hilbijartin. Ji nava van qederê 20 fîlm jî ji bo xelatên festîvalê dikevîn pêşbirkê. 

DIBE WEKE SÎNEMAYEKE SERVEKIRÎ

Ev fîlm li Bernlinale Palast, Cinemaxx, Zoo Palast, Friedrichstadt-Palast, Delphi Filmpalast her wiha bi dehan salonên sînemayê yên Berlînê de tên nîşandan. Sibatê Berlîn dibe wek sînemeyeke servekirî...

Berlinale ne wek Venedik û Cannesê ye. Festîval ji bo gel vekirî ye. Her sal nêzîkî 250 hezar kesî di çerçoveya festîvalê de li van fîlman temaşe dikin. Ji ber vê jî Berlinale festîvaleke gel e.
 
HER ROJ BI PÊŞ VE DIÇE

Ji bilî niştecihên bajêr, her sal ji tevahiya cihanê derhêner, listîkvan, fîlmçêker jî di nav de nêzikî 40 hezar dildarên sînemayê dibin mêvanê Berlinale. Ji wan 4 hezar jî rexnegirên fîlman û rojnemevan in.

Di dîroka festîvala Berlinale de fîlmên Kurdî û filmên ku mijara wan pirsgirêka Kurd e jî hatin nîşandan. Pêşî fîlma derhêner Yeşim Ustaoğlu ya bi navê “Güneşe Yolculuk”( Ber bi rojê ve) sala 1999’an di festîvala 49’emîn de ji bo xelata “Hirça Zêrîn” di pêşbirkê de bû. Dîsa fîlma Bahman Qobadî ya bi navê “Kusî jî dikarin bifirin” sala 2005’an, filma Husen Hesen û Mesud Arîf a bi navê “ Nergîz Bişkivîn” sala 2006’an, filma Hiner Salem “Dol” sala 2007’an, fîlma Mano Xelîl, Arîn Înan Aslan û gelek fîlmên din hatin nîşandan.

Dîrektorê Festivalê jî ev 16 sal in ku Dieter Kosslick e. Ew di sînemaya Elmanyayê de xwedî cihekî taybet e. Bi hatina wî Berlinale gelek gavên mezin avêtin û her roj bi pêş ve diçe.

BERNAMEYA ÎSAL JÎ DEWLEMEND E

Berlinale îsal jî cara 67’an di navbera 9 û 19’ê Sibatê tê lidarxistin. Wek her sal festîval îsal jî xwedî bernameyeke gelekî dewlemend e. Di hemû beşan de 399 fîlm tên nîşandan. Ji van 18 fîlm ji bo xelatan “Hirça Zêrîn” di pêşbirkê de ne. Festîval îşev li Berlinale Palastê bi galayeke mezin bi fîlma bi navê "Django" vedibe. Fîlm behsa faşîzma Hitler û reva hunermendekî ji vê rejîmê dike.