Sektora otomotîvê wê nirxê emisyonê zevt neke

Piştî yasayên nû yên YE'yê ku nirxên emisyonan ên otobomîlan sînordar dike wê bi milyaran ceza li şîrketetên otobomîla were birîn.

Yasaya ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatî qebûlkirin û pêşbîniya wê tê kirin ku nirxên karbondîoksîtê (CO2) a otomobîle pir kêm bike vê sala li pêşiya me wê bi cih were.  Ji 2021'ê û wir ve nirxê giştî yê emisyona otobomîlên nû serê kîlometreyekê divê ji 95 gramî ne zêdetir be.

Li gorî sînorê ku hatî diyarkirin serê her grama zêde ya CO2'yê wê 95 Euro ceza were birîn.

Lê tê zanîn gelek hilberînên otomobîlan wê nikaribin nirxê giştî yê wesayitên xwe bînin vê astê. Ev jî tê maneya ku 13 şîrketên mezin ên Ewropayê vê sala were bihayê milyar Euroyan wê ceza bixwin. Li gorî kovara Der Spîegelê ku texmîna şîrketa bi navê PA Consultîngê ragihandî, ev ceza salê heta bi 14,5 milyar Euroyî wê çêbibin.