Şaredariya AKP'yî komeleya astengdaran radestî wan nakin
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP'ê de ye, avahiya komeleya ji bo astengdaran ji aliyê weqfê ve hatiye bexşandin, radestî astengdaran nake.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP'ê de ye, avahiya komeleya ji bo astengdaran ji aliyê weqfê ve hatiye bexşandin, radestî astengdaran nake.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP'ê de ye, avahiya komeleya ji bo astengdaran ji aliyê weqfê ve hatiye bexşandin, radestî astengdaran nake. Ji ber ku qîmetê erdê komele li ser hatiye çêkirin zêde bûye, şaredarî hesabên nû yên rantê dike û tevî ku avahiya komeleyê ev 2 sal in qediyaye jî, radestî astengdaran nake.
Li Rihayê, rant û karên ne li rê yên bi serkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'yî tên kirin, naqedin. Şaredariya AKP'yî ku pêşî li bikaranîna qadên çandiniyê li derveyî armancên çandiniyê û betonkirina van herêman vekir, li Rihayê cihekî ku mirov hilmê lê bistîne, nehiştiye.
Yek ji erdên ku Şaredariyê ji bo rantê çav berda ye, herêma ku Weqfa Rizvaniye ji bo astengdarên li Rihayê bexşandiye. Avahiya komeleya li ser vî erdî ji bo astengdaran hat çêkirin, ji ber ku qîmetê erdê wê zêdetir bûye, Şaredarî radestî astengdaran nake. Avahiya komeleyê ev du sal in qediya ye, lê şaredarî teslîmî astengdaran nake.
Ev agahiya komeleyê ku tê de ji bo astengdaran gelek cihên şano, xwendin, perwerde-hîndekarî, spor û avjeniyê heye, bi 4 trîlyon 762 hezar TL hat çêkirin. Nîvê vê avahiyê ji aliyê LÎMAK A.Ş ve hat çêkirin. Nîvê din jî ji bo were çêkirin radestî BELSAN A.Ş. a ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatibû kirin. Lê belê, li beşa avahiyê ku BELSAN A.Ş. çêkir, ji ber ku zemîn baş nehat amadekirin, bi îdîaya 'xetere ye' tevî ku înşaeta wê qediya ye jî, nayê radestkirin.
Hat ragihandin, ku sedema radestnekirina avahiya komeleya astengdaran, ji ber zêdebûna qîmetê herêma avahî lê hatiye çêkirin û tê xwestin ku li şûna avahiya komeleyê, navendeke mezin a bazarê were çêkirin.
'EGER HESABÊ RANTÊ NAKIN, BILA HINGÎ AVAHIYA ME RADESTÎ ME BIKIN'
Ji Navenda Giştî ya Astengdarên Ortopedîk a Rihayê Huseyîn Şat li ser mijarê ji me re axivî. Şat gumanên xwe bilêv kir û anî ziman ku ew bi hêviyeke mezin li benda avahiyê ne, lê belê tevî ku amade ye jî radestî wan nayê kirin. Şat destnîşan kir ku ew ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Huseyîn Şat da zanîn ku mîna rewşa bi serê wan de hatiye, gelek mînakên din li Rihayê hene û diyar kir ku eger di demeke nêz de avahî radestî wan neyê kirin, ew ê serî li cihên pêwendîdar bidin.
Şat got, "Gumana me ew e ku avahiya komeleya me pêşkêşî rantê were kirin. Bi hevalên xwe yên astengdar re bi salane em li bendê bûn ku cihekî bi vî rengî ji me re were çêkirin, ku em aktîvîteyên xwe yên civakî pêk bînin. Lê belê tevî ku avahiya komeleyê ev 2 sal in qediya ye jî, hînê nadin me. Ev me dixe nava gumanan. Eger hesabên rantê nîne, wê demê bila avahiya me ya komeleyê demek berî demekê rastî me bikin."