Samî berhema xwe ya dîrokî ji Danîmarkayê dixwaze

Ji gelên xwecihî yên Norwêcê Samî, daholeke xwe ya ku di ayînan de bi kar dianîn û sala 1691'ê hate desteserkirin ji Danîmarkayê dixwaze.

Dahola ku ji sala 1849'an û vir ve li Muzeya Neteweyî ya Danîmarkayê tê nîşandan ya şamanekî Samî Anders Poulsson e. Poulson ku wê demê bi pîrheboktiyê dihate sûcdarkirin dahola wî hatibû desteserkirin û piştre tevlî xezîneya Qraliyetê hatibû kirin.

Dahol sala 1979'an ji bo Muzeya Samî ya li bajarokê Karasjokê yê Norwêcê hatibû kirêkirin. Tê payin ku peymana kirêkirinê ya bi Malbata Qraliyetê ya Danîmarkayê re hatiye kirin 1'ê Kanûnê temam bibe. Nûnerên gelê Samî dixwazin ku dahol radestî wan bê kirin.

Serokê Parlamenta Samî Aili Keskitalo li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku dahol xwedî nirxekî çandî yê bilind e, dinyaya mîstîk a şamanên Şamî ya dîrokê nîşan dide û ev yek ji bo Samiyan gelekî girîng e, lewma divê ev berhema dîrokî radestî gelê wan bê kirin.

Keskitalo ragihand ku demeke dirêj e ji bo radestkirina daholê wan serlêdan kirine, lê belê hîn bersivek wernegirtine.

Qralîçeya Danîmarkayê Margrethe li ser mijarê hîn daxuyaniyek nedaye.