Salvînîa ji bo Gola Ossayê bûye metirsiyeke mezin

Gola Ossa ya li Kamerûnê ku ji bo eko sîstema li herêmê gelekî girîng e, ji aliyê nebata Salvînîa ve hatiye talankirin.

Gola Ossa malovaniyê ji cûreyê manat re dike. Gihayê mezin ê bi navê Salvînîa gefê li vê golê dixwe. Li gel golê, her wiha gefê li eko sîstema herêmê jî dixwe.

Manatên xwe bi gihayê xwedî dikin ên li nava avê dijîn, ji ber vê nebatê nikarin bi hêsanî derkevin ser avê û bi vî rengî nefesê bistîne. Salvînîa her wiha li pêşiya nêçirvaniyê asteng e ku nêçirvanî yek ji çavkaniyên herî girîng ên xelkê herêmê ye.

Masîgirê bi navê Rîchard Ngolle got, "Em dibînin ku gelekî tehde li Manatan tê. Nava rojê jî em nikarin masiyan bigirin, ji ber ku vedana torê gelekî zehmet e, dema ku em vedigirin jî yekser diqete."

Hatineya masîgirên li herêmê bi rêjeya ji sedî 80'î kêm bûye.

Nobeta Salvînîa ku çavkaniya xwe Brezîlya ye, sala 2016'an li herêmê hate dîtin.

Tê texmînkirin ku ev nebat bi rêya ba yan jî çûkan hatiye anîn. Salvînîa niha ji çar parên golê li parekî belav bûye.