Sala 2021'ê bû yek ji heft salên herî germ

Di destpêka civîna bilind a avhewayê de ya li Glasgowê, texmîna Rêxistina Hewayê ya Cîhanê ya ji bo sala 2021'ê hate weşandin. Li gorî vê yekê, bû yek ji heft salên herî germ ên cîhanê.

Li gorî daneyên destpêkê yên hatin pîvandin, sala 2021'ê bi qasî sê salên derbasbûyî germ nebû, lê belê ev yek bandorê li meyla germbûnê ya demdirêj nake. Li gorî agahiyên ku Rêxistina Rewşa Hewayê ya Cîhanê (WMO) di destpêka Konferansa Avhewayê ya Cîhanê ya li Glasgowê de parve kir, îsal wê bibe yek ji heft salên herî germ ên dîroka nêz. Îsal, bûyera hewayê ya La Nîna ku çend salan carekê rû dide destpêkê bandoreke cemidandinê kir.

WMO'yê li gorî daneyên ku heta dawiya meha Îlonê pîva, îsal ji sala 1850'î heta 1900'î di ser asta 1.09 pile ya germahiya global de tê hesibandin. Sala herî germ a heta niha bi 1.2 pileyî sala 2016'an bû. Piştre jî salên 2019 û 2020 bûn salên herî germ. Lê belê cudahiya navbera her sê salan ewqasî kêm e ku zehmet e mirov wan bixe rêzê.

Bandora guhertina avhewayê li gelek deveran xwe nîşan da. Ji dema qeydkirinê û vir ve yekemcar li cihê herî bilind ê qeşa Gronlandê li şûna berfê, baranê lê kir. Li rojavayê DYE'yê û li Kanadayê pêla germahiya global germahî bi şeş pileyî zêde kir. Li Tûnis, Sîcîlya, Spanya, Tirkiye û derdora Derya Spî germahî di asta rekorê de zêde bû. Her wiha li gelek deveran daristan şewitîn. Li Çîn û Ewropayê -Weke ku di mînaka eyaletên Nordrhein Westfalen û Rheinland-Pfalzê hate dîtin- baraneke zêde lê kir û lehî rabû. Li Başûrê Emerîkayê du salan li ser hev ziwatiyeke giran rû da.

Li gorî texmînan okyanûsan heta niha ji sedî 23 ê emîsyonên CO2 ên ji ber mirovan mêt.

WMO'yê bal kişand ser encamên giran: Ziwatî û lehî dibin sedem ku çavkaniyên debarê yên bi milyonan mirovî ji holê rabin. Hejmara mirovên ji ber birçîbûnê dimirin zêde dibe. Bi milyonan mirov ji herêmên ku jiyan lê nepêkane koç dikin.