Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr da xuyakirin, ku wan Şahiyên Dawiya Havînê yên beriya niha ji aliyê Midûriyeta Çandê ya Şaredariyê ve hatibûn ragihandin, ji ber bûyerên li Farqînê yên rê li ber mirina sivîlan vekirin, betal kirine.
Şahiyên Dawiya Havînê, ku amadekarî ji bo Festîvala Heskîfê ne, hatin betalkirin. Şahî mîna her salê wê îsal jî li taxên cuda yên bajêr bihata lidarxistin û bi konsera li Navenda Çandê ya Mizgîn Bûlwara Koçeran roja Înê destpê bikira.
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr bi daxuyaniyekê ragihand, ku wan Şahiyên Dawiya Havînê, ji ber rewşa dijwar a şer û bûyerên dilşewat ên li Farqînê ku bûne sedema mirina sivîlan, betal kirine.