Kampanya ‘Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan’ hat destpêkirin
Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re pêk werin kampanya “Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan” hat destpêkirin.
Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re pêk werin kampanya “Ez dixwazim biçim serdana Abdullah Ocalan” hat destpêkirin.
Di daxuyaniya platformê de hate diyar kirin ku di çarçoveya kampanyayê de serlêdan wê ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re bê kirin û daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re li Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bang ne tenê ji bo aştiyê, di heman demê de ji bo azadî, wekhevî, edalet û çareseriya pirsgirêka Kurd jî wekî zemîneke girîng dertê holê. Hat destnîşankirin ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê astengiyên li pêşiya parvekirina vîzyona çareseriyê ya ku Rêber Apo bi salan amade kiriye bi raya giştî re, bê rakirin.
Di çarçoveya kampanyayê de bang li akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku ji bo serdana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî fermî serî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bidin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev serdan ji bo rasterast pêşniyarên çareseriyê ji Rêber Apo bibihîzin û ramanên Rêber Apo yên li ser avakirina cîhanek bê jiyîn fêr bibin ev serlêdan pir girîng in.
Her wiha di daxuyaniyê de ji beşdaran hat xwestin ku ji bilî serlêdanên nivîskî, bi çêkirina vîdeoyên kurt peyamên xwe yên li ser girîngiya van serdanan parve bikin. Hat xwestin ku vîdeoyên ku di çarçoveya kampanyayê de werin amadekirin bila di navbera 30 saniye û 2 deqeyan de bin.
Kes û saziyên ku dixwazin di çarçoveya kampanyayê de serdanê bikin, wê serlêdanên xwe bi rêya e-nameyê ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê re bişînin. Di daxuyaniya forûmê de hat xwestin ku e-name ji [email protected] re jî werin şandin.
Navnîşana emailê: [email protected]
Etîketa ji bo parvekirina medyaya civakî: @yilmaztunc
Hashtag: #VisitOcalan
Parvekirinên kampanyayê dikarin bi rêya platformên medyaya civakî yên jêrîn werin kirin:
Twitter: https://x.com/yilmaztunc
Facebook: https://www.facebook.com/adaletbakanlik
Instagram: https://www.instagram.com/adalet_bakanlik/
TikTok: https://www.tiktok.com/discover/adalet-bakanlığı