Copernicus: Tebeqeyên qeşayê gelekî dihelin
Navenda Çavdêriyê ya Copernicus a girêdayî Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku di meha Sibatê de tebeqeyên qeşayê yên li Cemsera Bakur û Antartîkayê gelekî heliyane.
Navenda Çavdêriyê ya Copernicus a girêdayî Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku di meha Sibatê de tebeqeyên qeşayê yên li Cemsera Bakur û Antartîkayê gelekî heliyane.
Li gorî Copernicus'ê di 7’ê Sibatê de tebeqeyên qeşayê yên li derdora Cemsera Bakur û Antartîkayê gelekî heliyane.
Helîna tebeqeya qeşayê ya li Antartîkayê her çend negihiştibe asteke rekor jî li gorî standartên demsalî ji sedî 26 kêm bûye.
Asta germahiya sala 2024’an ji ya sala 2023’yan derbas bûbû û gihiştibû astên herî bilind. Ev yek nîşan dide ku li seranserê cîhanê asta germbûnê zêde dibe û ji ber vê yekê jî qeşaya li ser behran roj bi roj zêdetir dihele.
Helîna qeşaya li ser behran berovajî ya li ser erdî, resterast bandorê li pileya bindbûna behran û zêdebûna germahiya gerdûnî dike.
Zanyar gelek caran diyar dikin ku divê li hemberî kêmbûna tebeqeyên qeşayê, zêdebûna germahiyê pêngavên hewce werin avêtin.