'Rojekê nexebitim, roja dî birçî me'

Li Wanê ku rêjeya bêkariyê pir zêde ye, qedexe zêdetir zorê li esnafan dikin.

Ji dema ku serwîsa pakêtan û 'were bibe' dest pê kiriye gelek esnaf rojê nikarin sîftahê jî bikin. Hemû kafe û restoranên li Kuçeya Çandê ya li navçeya Artemêtanê girtî ne.  Çi li pêşiya van deriyên girtî ye ne diyar e. Li hin kuçeyan li ber kafeyan qehweya li ser perengan û serwîsa çayê hatiye danîn. Wanî pir hînî vê serwîsê nebûne, ku bi hêviya yên li ser rê bistînin hatiye danîn. 

Yusuf Yilmaz got li gel pandemiyê jî vê dema dawî rewşa wan baş bûye lê ji 20'ê Mijdarê û vir ve qet nikarin kar bikin, xwediyê milk, cih girtî jî be heqê kirê dixwazin û got, ''Niha heke kar hebe pere didin me, ku nebe em pere nînin. Jixwe mişterî jî kêm in. Rojê bi giştî 100 lîre dikeve destê me. Carinan em sîfteyhê jî nakin. Kafe û mekanên kêfkirinê digirin lê navendên kirîn û firotinê vekirî ne, mexazeyên kinan vekirî ne. Heke armanc li dijî nexweşiyê be çima ev vekirî ne? ''

Riza Ulgen ê xwendekar xwecihê cihê kar e, got wan ê kafe bi temamî bigirtana lê ji bo hevalên xwe yên xwendekar bi temamî negirtiye, li derî dest bi serwîsa çayê kiriye û got, ''Heke rojekê nexebitim roja dî birçî me'' . Ulgen got, ''Divê ez bixebitim, vê sermayê heta êvarî li vir radiwestim. Rojê herî pir 100 lîre tê destê min. Nîvê wê didim xwediyê mekan. Nîvê dî jî didim hevalê ku em bi hev re dixebitim. Beriya niha jî li vir dixebitîm. Xwediyê kar 25 lîre jî bimîne destûr da me. Ti mîsogerîya me nîne. Hem ji hêla aborî ve û hem ji  ber sedemên din mirov şepirze bûne. Hin mirov dibêjin ceza jî bidin ew ê cihê xwe vekin. ''

Orhan D. ku li Kuçeya Hunerê doneran difiroşe bal kişande ser xwedêgiravî 'tevdîran', diyar kir, xwediyê milk pir zorê li wan dikin û got, ''Heke ev tevdîr be naxwe divê li dijî vê jî hemû tevdîran bistînin. Mînak divê ji bo van kîrayan alîkarî bikin an jî bac were kêmkirin. Ez rojê dikarin çend doneran bifiroşim da ku mesrefê derxînim. Beriya 20'ê mijdarê 4 kes li ber destê min dixebitîn, niha min destûr daye hemûyan. Ev mirov divê bixebitin, divê debara malbatekê bikin. Niha ev dikan 5 malbatan xwedî dike. Ji 20'ê mehê ve nan naçe 4 malan. Ev rast e?''