Rêya mirinê ya Belucên hejar: Suxtberî!

Beluc yek ji gelên herî kevin ên Rojhilata Navîn e. Îro nasnameya gelek ji wan tuneye. Niha Beluc di nava hejariyeke giran de dijîn û bi karê suxtberiyê dixwazin bijîn.

Gelê Beluc yek ji gelên herî kevin ê Îran û Rojhilata Navîn e, di dema Şah de heta roja me ya îro ji bo hebûna xwe biparêzin têdikoşin. Li ser sînorê Efxanistanê ji bo dahata xwe pêk bînin karê Suxtberiyê dikin û her sal bi dehan ji wan tên gulebaran kirin.

KURDÊN LI PEY KEDA XWE TÊNE GULEBARAN KIRIN

Gelên li Îranê dijîn ji ber polîtîkayên li welat gelek mexdur in. Destpêka van gelan Kurd, Beluc, Mazanderî û kêm netewên din tên. Kurd ji bo jiyana xwe ya siyasî bidomînin têdikoşin. Ji bo derbaskirina polîtîkayên hejartiyê yên Îranê karê Kolbertî û li ser sînor karê bazirganiyê dikin. Her sal bi sedan Kurd ji bo kedê ku karê Kolberiyê dikin li sînor ji aliyê pasdarên Îranê (Muhafizên Şoreşê) ve tên gulebaran kirin û tên qetikirin.

MAFÊ BELUCAN TUNE YE

Yek ji gelên li Îranê mexdurên polîtîkayên aborî û siyasî gelê Beluc e. Tevî ku eyaletek bi navê Beluc heye gelek welatiyên gelê Beluc hê jî bê nasname ne. Ji ber ku nasnameya wan tuneye naçin dibistanê, mafê wan yê li daireyên dewletê de kar kirin tuneye. Gelê Beluc tevî polîtîkayên aborî û siyasî yên hejariyê ji bo li ser piyan bimîne, bi salane têdikoşin. Gelê Beluc neçar hiştine ku li ser sînorê Efxanistan û Pakistan ên sînorê eyaleta Sîstan-Belucistan bazirganiya sînor bikin.

DIBIN SÎNORÊN HEJARTIYÊ DE DIJÎN

Cihê ku gelê Beluc lê dijîn Sîstan-Belucistan yek ji eyaletên herî hejar ê Îranê ye. Eyaleta Îranê ya herî zêde bêkarî lê heye ye. Eyaleta Belucistan di aliyê xizmetê de jî eyaleta herî kêm xizmet lê tê kirine û heta niha jî pirsgirêka ava vexwarinê nehatiye çareser kirin. Li gorî daneyên fermî yê saziyên dewleta Îranê 700 hezar kesên li eyaleta Sîstan-Belucistan dijîn, ji ber nebûna nava vexwarinê, ji bo derbaskirina pirsgirêka avê bi tankeran avê dikêşin. 700 hezar kesên li eylaeta Sîstan-Belucistan dijîn ji bo derbaskirina pirsgirêka ava vexwarinê ku bi tankeran avê dikêşin mafê wan ên rojane 15 lître yê avê heye.

Li gorî agahiyên Parlamenterê Haş yê Eyaleta Sîstan-Belucistan Hamîd Riza Peşengî dane tenê pirsgirêka avê ya Belucan nîne; pirsgirêkên cidî yê xwarinê û debarê heye. Tê diyar kirin ku 70 ji sedî yên kesên li eyaleta Sîstan-Belucistan di bin sînorê hejartiyê de dijîn.

KOLBERÎ, SUXTBERÎ Û MIRIN

Kurd ji bo derbarkirina pirsgirêkên aborî yên li Rojhilat li herêmên sînorê Bakur û Başur de bi hêstiran karê kolberiyê dixwazin bijîn. Belucî jî weke Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî li herêmên sînorê xwe bi Efxanistanê re heye bi bazirganiya ser sînor dixwazin bijîn. Kurd li sînoran bi Kolberiyê û Belucî jî bi karê Suxtberiyê dixwazin pirsgirêkên aborî derbas bikin.

Kolber ji wan kesên ku li beramberî pere bar li pişta xwe dikin û sînor derbas dikin re tê gotin. Suxtberî jî heman tişt e. Di karê Kolberiyê de herî zêde çixare, mey (îçkî) alavên malê, xwarin û vexwarine, Suxtberî jî mazot, benzîn û madeyên din yên sotemeniyê dihilgirin. Kesên Kolberiyê dikin li ser sînor tên gulebaran kirin. Yên karê Suxtberiyê jî dikin heman şêwe tên gulebaran kirin û hinek deman ji ber barê wan madeyên sotemeniyê ne barê wan dişewite û ew bi xwe jî dimirin. Suxtberî bi erebeyan jî tê kirin.

Her sal bi dehan Suxtber li ser sînorê Efxanistan yê eyaleta Sîstan-Belucistan tên gulebaran kirin û tên kuştin. Lê ji ber derbasî qeydên fermî nabin hejmara diyar nayê zanîn. Tenê hejmarên texmînî hene. Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Mafê Gel a meha Çileya 2019’an hatî weşandin de di nava du salan de li eylaeta Sîstan-Belucistan 300 kes ji ber karê Suxberiyê li ser sînor hatine kuştin. Lê tê diyarkirin ku ev hejmara van zêdetire.

Tenê Sêşema hefteya borî 4 Belucên karê Suxberiyê dikin bûn hedefa hêzên ewlehiya Îranê. 3 Suxtber hatin kuştin û yek ji wan jî birîndar bû.

Navenda Parastina Mafê Beluc-Kampanyay Faîlîn Beluc têkildarî mijarê raporek weşand. Di raporê de hate diyar kirin ku li sînorê Karekan yê girêdayî bajarê Serewan yê eyaleta Sîstan-Belucistan wesayîteke barê wê mazot bû hedefa hêzên rejîma Îranê, ji 4 Belucên karê Suxtberiyê dikirin 3 hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Di raporê de agahiyên nasnameya kesên hatine kuştin jî hatine eşkere kirin.

HEMÛ BELUCÊN LI 3 EYALETAN DIJÎN KARÊ SUXBERIYÊ DIKIN

Beluc herî zêde li sê eyaletên Îranê yên nêzî sînorê Efxanistanê dijîn. Belucên ku li her sê eyaletan dijîn piraniya wan ji bo debarê û çareseriya pirsgirêkên aboriyê Suxtberiyê dikin.

Belucên ku li bajar, navçe, bajarok û qezayên Zahîdan, Zabol, Serawan, Rehek, Nîmruz, Hamun, Hîrmend, Fetuc, Sib û Sorna, Nîkşehir, QesirQend, Delgan, Xaş, Serbas, Mehrêstan, Kenarek, Mîrcawe, Bempur û gundên girêdayî van navendan bi rêya bejahî Suxtberiyê dikin.

Li bajarên Çabehar û Îranşehîr ku ji ber nêzî deryayê ne bi keştiyan li ser deryayê Suxtberiyê dikin.

Belucên li bajar, navçe, qezayên Fehrec, Rîkan, Rudbarcınub, Qelegenc, Enberabad, Kehnuc, Bem, Kırman, Menucan, Zerend, Rawer, Raber, Bafıt û gundên girêdayî nav navenda yên eyaleta Kirman dijîn bi rêya bejahî ji bo debara xwe Suxberiyê dikin.

Li bajar, navçe û qezayên Bender cask, Mînab, Rudan, BenderEbas, Qêşm, Hacîabad, Bender Lêngê, Kîş şehir û gundên girêdayî van navendan ên eyaleta Hormozgan bi rêya deryayê Suxtberî tê kirin.