Rewşenbîr û hunermendên Derya Reş: Ji planên şer re na

Nêzî 100 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Derya Reş bi gotina "Em ji bo seltenata hin kesan ji fedakirina ciwanên xwe û welat di nava şîdetê de fetisandinê re dibêjin na" li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê derketin.

Nêzî 100 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Derya Reş bi gotina "Em ji bo seltenata hin kesan ji fedakirina ciwanên xwe û welat di nava şîdetê de fetisandinê re dibêjin na" li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê derketin û peyama lihevkirin, diyalog û aştiyê dan, xwestin li gorî bangawaziya Hilbijartinên 7'ê Hezîranê nêzîkatî bê kirin.

Li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê nerazîbûnek jî ji rewşenbîr û hunermendên Derya Reş hat. Di nav de Kadîr Înanir, Nejat Îşler, Nuray Mert, Ayşenur Kolîvar, Yaşar Kurt, Ozcan Alper jî hene nêzî 100 rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermend hene li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê helwesta xwe aşkera kirin. Rewşenbîran di daxuyaniya ku aşkera kirin de banga "Êdî bes e! Em ji vî planên şer ê ku jiyana ciwanên me vedimirîne, dilê malbatan dişewitîne re dibêjin na. Em ji bo seltenata hin kesan ji fedakirina ciwanên xwe û welat di nava şîdetê de fetisandinê re dibêjin na" kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Piştî pêvajoyeke kurt a bêçalakîbûnê û axaftina aştiyê dîsa welatê me xistin nava şerekî tarî û şeveke bi xwîn. Ev nêzî du sal in pêvajoya çareseriyê ku didome gelek caran ji aliyê hikûmetê ve jî hate gotin ku şerê 30 salin berdewam dikir şaş e lê careke din vegera polîtîkayên şer çêbû. Em dibêjin ku kesên ku gotina 'Em ji bo fedakirina zarokên xwe amade ne' di reyeke şaş de ne.

Em dizanin ku di vî şerî de dîsa dilê dayikan bişewite, navên ciwanên ku jiyana xwe ji dest didin dê li Riya Perava Deryareş li ser serbihurkan bên nivîsandin. Ji niha ve yên ku li dijî HES û projiya 'Rêya kesk' derdikevin û xwezaya xwe diparêzin wekî 'terorîst' hatin îlankirin. Lê em dizanin ku Dayika Hava ya ku zozan û axa xwe diparêze û dayikên ku li benda rêya keç û kurên xwe ne bi heman hestan xwedî li cîhanê derdikevin. lê yên ku şer dikin; bi cudakariya olî û mezhebî di navbera herêman de dijminatiyê diafirînin û dixwazin Derya Reş jî bikin baxçeyê pişt îktîdara xwe û parka neteweyî ya siyaseta xwe ya qirêj. Vê jî nebes dibînin ji ber şerê 30 salan xizaniya ku zêde bûye bêhtir zêde bikin û welat dikin qurbanê aboriya newekhev.

Êdî bes e! Em ji bo seltenata hin kesan ji fedakirina ciwanên xwe û welat di nava şîdetê de fetisandinê re dibêjin na" li dijî polîtîkayên şer ê AKP'ê derketin û peyama lihevkirin, diyalog û aştiyê dan, xwestin li gorî bangawaziya Hilbijartinên 7'ê Hezîranê nêzîkatî bê kirin."

Kesên ku îmze avêtin daxuyaniyê ev in:

Hîkmet Akçîçek (Muzîkjen), Muhsîn Akgun (Wênekêş), Kamîl Aksoylu (Lêkolînerê çanda lazan), Cemîl Aksu (Lêkolîner-Nivîskar) , Îsmaîl Akyildiz (Aktîvîstê hawirdorê- Lêkolîner), Taylan Alparslan (Weşanger), Ozcan Alper (Sînemager), Şenay Aydemîr (Rojnameger-Rexneger), Ramazan Balcioglu (Rojnameger), Beyhan Balcioglu (Weşanger), Mehmet Alî Bariş Beşlî (Lêkolînerê çanda lazan), Îskender Bayhan (Rojnameger), Erdal Bayrakoglu (Muzîkjen, Lêkolînerê çanda lazan), ÎsmaÎl Avci Bucaklişî (Lêkolînerê çanda lazan), Sadî Celîl Cengîz (Lîstikvan), Koray Çelîk (Muzîkjen- Koma Meluser), Elîf Ergezen (Sînemager), Bulent Falakaoglu (Rojnamger), Adnan Genç (Rojnameger), Fatîh Hazînedar (Helbestkar), Kadîr Înanir (Lîstikvan), Nejat Îşler (Lîstikvan), Yaşar Kabaosmanoglu (Muzîkjen), Mustafa Kara (Rojnamger), Îbrahîm Karaca (Helbestkar), Evrîm Kepenek (Rojnameger), Samî Kiziltan (Wênekêş), Maruf Kîbar (Muzîkjen Koma Meluses), Ayşenur Kolîvar (Muzîkjen), Yaşar Kurt (Muzîkjen), Nuray Mert (Rojnameger), Şenol Morgul (Muzîkjen), Sîbel Oz (Nivîskar), Meryem Ozçep (Edîtora Kovara Biryaşam), Tulîn Ozen (Lîstikvan), Mehmet Ozer (Wênekêş),Mahîr Ozkan (Lêkolînerê çanda hemşînê), Korhan Ozyildiz (Muzîkjen/ koma MARSÎS), Bariş Pîrhasan (Sînemager), Tayfun Pirselîmoglu (Nivîskar- Sînemager), Kevser Ruhî (Lêkolînera çanda gurcu-Nivîskar), Ozcan Sapan (Gerînendeyê Giştî yê Weşanxwaneya Chiviyazilari), Sezaî Sarioglu (Helbestkar/Nivîskar), Nazim Silaci (Nivîskar), Bayar Şahîn (Muzîkjen), Efkan Şeşen (muzîkjen), Emîn Şîr (Helbestkar), Muge Tuzcuoglu (Antropolog-Nivîskar), Hasan Uzunhasan (Lêkolînerê çanda lazan), Yannis Vasilis Yaylali (Aktîvîstê aştiyê), Îlknur Yilmaz (Lêkolînerê çanda Gurcî),Rasîm Yilmaz (Lêkolîner-Nivîskar)"