Rêwîtiya li nava Îranê
Em ji Silêmaniyeyê bi rê ketin û di ser Rojhilatê Kurdistanê re me berê xwe dan Tehranê. Çavdêriya ger û geşteke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Em ji Silêmaniyeyê bi rê ketin û di ser Rojhilatê Kurdistanê re me berê xwe dan Tehranê. Çavdêriya ger û geşteke li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Ev demeke dixwazin ber bi Îranê ve, bi gotina Başûriyan ber bi 'wî alî' ve biçim. Min kir nekir firsend bi demeke dirêj bi destê min neket. Min gelekî dixwest welatê ku ji aliyê çand, erd, dîrok û gelan ve dewlemend e ji nêz ve bibînim. Li vê erdnîgariya ku mirov nizanin bê wê sibê çi biqewime, taloqkirina vê rêwîtiyê ne tiştekî baş bû. Lewma min yek ji hevalên nêzî xwe qanih kir û me biryar dan ku bi hev re berê xwe bidin Komara Îslamî ya Îranê.
Piştî ku me amadekariyên xwe qedand, ji xeraja Silêmanî me berê xwe dan Pencewînê. Piştî saet û bîst deqeyan em gihîştin Pencewînê. Ji nava germa dijwar a Silêmanî em ketin nava hewa hênik a Pencewînê. Avhewa hêdî hêdî diguherî. Ji bo ji Pencewînê xwe biçin Deriyê Sînor ê Başmakê em bi wesayiteke kevn bi rê ketin. 10 deqe piştî ku em gihîştin ser sînor, ajokar ji me re got ku ji bo em biçin ber derî divê li wesayiteke din siwar bibin. Me çenteyên xwe bi lez û bez dan hev û em li taksiyeke din siwar bûn. Em ji çemekî 600-700 metreyî bihurîn û me xwe gihand deriyê sînor.
Di nava çend deqeyan de "mohra ketinê" li pasaporta me hate xistin û dûre me berê xwe da nuqteya sînor a Komara Îslamî ya Îranê. Di navbera nuqteyên bendên kontrolê yên polîsê Kurdistanê û polîsê Îranê de tenê 50 metre hebûn. Li benda kontrolê ya aliyê din, polîsek bi Kurdî diaxivî. Tabloya rê jî bi Erebî, Farsî, Îngilîzî û Kurdî hatibû nivîsandin.
JI SER SÎNOR ME BERÊ XWE DAN MERÎWANÊ
Li dû kontrolkirina çenteyên me, di nava çend deqeyan de em çûn odeya kontrola pasaportê û piştî mohr li pasaportên me hate xistin, me berê xwe da derketiyê derketinê. Em li Îranê ne. Li ber derî ajokarekî em pêşwazî kir û ji me re got, "Ez dikarim we bibim Merîwanê." Me jî çenteyê xwe avêtin bagaja wesayitê û em bi rê ket.
Di rê de me rewşa gel ji ajokar pirsîn. Ajokar jî bi rengekî bê hêvî û bi guman bersiv dida pirsên me. Got, "Min di emrê xwe de ti carî gel bi vî rengî nedît. Kar nîne, em nizanin bê em ê çi bikin, debara xwe çawa bikin. Qîmetê Tumen roj bi roj kêm dibe. Dewlet dizek û bertîlxur e. Wlatî bê hêvî ne." Ji xwe em li kesekî rû li ken rast nehat. Ajokar piştre qala bgûyereke ku berî sê rojan li nêzî Merîwanê qewimî kir. Diyar kir ku berî 3 rojan êrîş li baregeheke leşkerî hate kirin, 10 kes hatin kuştin, çend kes jî dîl hatin girtin. Me pirsî bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin. Wî jî got, "Xuya ye çalakî gelekî bi plan bû. Dişibe çalakiya yên nêzî PKK'ê." Di dema sohbetê de bedewiya bêhempa ya gola Zîrebarê li ber çavên me ket. Çar aliyên deştê bi ava gola Zîrebarê girtîbû. Vê yekê Merîwan hîn bêhtir dixemiland.
JI MERÎWANÊ BER BI SINEYÊ
Dema ku em ji taksiyê peya bûn, komeke din a taksîvanan em pêşwazî kir. Gotin ku wê me bi 60 tumenî karibin bibin Sineyê. Em li taksiyekê siwar bûn û ber bi Sineyê ve bi rê ketin. Ajokar 8 salan pêşmergetî ji Partiya Civaka Kurd a Îranê re kiribû, lewma demeke dirêj li derdora Silêmanî mabû. Got, "Tevî vî emrê xwe, çareyeke min nîne, neçar im bixebitim. Du ewladên min li zanîngehê ne, mesrefên wan gelekî zêde ye. Wekî din, dewlet jî her roj buhayê benzînê zêde dike." Bi dengekî nizm got, ji vê re jî şikir.
Em di nava gundan re derbas dibûn. Tevî vê rewşa bê hêvî jî gundiyan çandinî dikirin. Li cihê bêhnvedanê em ketin hundirê restorantekê. Piştî ku me xwarina xwe xwar, me berê xwe da Sine. Dema em nêzî bajêr bûn, Sine gelekî bedew xuya dikir. Dişibiya Silêmanî. Çawa ku li Silêmanî girê Azmar heye, li Sine jî girê Avyar ê bi heybet heye.
LI SINEYÊ VIYAN LI BENDA ME YE
Li navenda bajêr me bi taksîvanekî din li hev kir û me berê xwe da rojhilatê Sine. Li wê derê hevala me Viyan li benda me bû. Em li kafeyekê rûniştin û me dest bi sohbetê kir. Haya min ji rewşa Îranê û rewşa jinê hebû, lewma min ji Viyan re pirsî ku 'ne tiştekî tirsnak e ku tu bi min re rûdinê?' Viyan jî got, "Ji ber ku 30 salî me, polîs tiştekî nabêje. Lê eger 20-25 salî bûma û ez bi we re rûniştibûma, hingî wê helwesta polîsan cuda bûya." Piştre min pirseke din jê kir. Min pirsî bê garsonê kafeyê mehane çiqasî distîne. Got, "Bi qasî 600-700 tumenî digirin. Yanî derdora 80 dolarî. Weke gelek welatên din, jinên dixebitin ji mêran kêmtir heqdest distînin."
Li ser debara gelê Sineyê Viyan got, "Çavkaniya debarê ya gel, deyndarî ye. Kar nîne, mirov ji bo karibin debara xwe bikin, deyn dikin."
SÛKA SINE
Piştî sohbeta bi hevala xwe re, em li nava sûkê geriyan. Mirovên li nava bajêr gelekî bi endîşe xuya dikirin. Wêneyên li kolana bingehîn hatibû daliqandin bala min kişand. Min pirsî bê ev kî ne. Hîn bûm ku ev wAêneyên kesên kirêkirî (cahş) in ên lid ijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê şer kirin.
Piştî ku me xatir ji hev xwest, me berê xwe da mala malbateke Sineyî ku min jî hinekî nas dikir. Dema ku em gihîştin malê, li dû silavdanê, malbatê destpêkê şîrînahî dan me. Ji bo şîvê jî amadekarî dihate kirin. Malbatê bi sifreya xwe ya dewlemend a ji xwarina herêmî ya Rojhilatê Kurdistanê mêvanên xwe ji dil pêşwazî dikir. Bû sibe û ji bo em biçin Tehranê me berê xwe dan termînala Sineyê.
BER BI SÎNORÊ FARSAN
Dema ku em gihîştin termînalê, ciwanek bi lez û bez hate cem me, xwe da naskirin û got, "Keça kekê Baban doh bi şev li min geriya û ji min xwest ku ez bilêta we ya ji bo Tehranê amade bikim." Û bilêt da me. Me jî spasiya wî kir û kir nekir, heqê wê negirt. Bi otobuseke mezin ku tenê 8 kes tê de bûn em hêdî hêdî ji Sineyê derket. Tevî ku ajokar di rê de rêwî siwar dikir jî nîvê otobusê vala bû. Wexta em nêzî Tehranê bûn, çiya û şînkahiya xwezayê ji holê rabû û êdî çol û deştê dest pê dikir. Beriya em bigihêjin Tehranê bajarekî din ê mezin xuya kir. Min bala xwe ta tabelayê, Hamedan li ser dinivîsand. Hevalê bi min re demekê li Îranê mabû, bi Farsî baş zanîbû. Dîrok, çand û nexşeya siyasî ya Îranê baş dinasî. Ji min re got, "Sînorê Rojhilatê Kurdistanê êdî diqede, ji vir û pê ve sînorê Farsan dest pê dike." Li dû rêwîtiya ji şeş saet û nîvan, em gihîştin termînala Tehranê.
Li şînkahiya bajêr dinerim, gelekî lawaz û bê reng xuya dike. Mîna ku hesretê qurtek av e.
TEHRANA EZ LI BENDÊ BÛM Û YA KU MIN DÎT JI HEV GELEKÎ CUDA BÛN
Gava ku em gihîştin Tehranê, Tehrana ku min xeyala wê dikin, ez li bendê bûm û Tehrana ku min dît ji hev gelekî cuda bûn. Şoq bûm. Li her deverê dîwarên hilweşiyayî, darên hişkbûyî û çemên ziwa hebû. Bi bêdengî me li derdorê temaşe kir. Em ji otobusê peya bûn û piştî meşeke kin em gihîştin kolana bingehîn. Hevalê min bi dengekî nizm got, "ev der Meydana Azadiyê ye. Hay ji eşyayên xwe hebe, ajokarên motorsîkletê di warê dizîtî û revandinê de jîr in." Hevalê me Akam li wir li benda me bû û bi wesayitê em bir mala xwe. Min ji Akam pirsî "Îran çima ewqasî gemarî ye û kes lê ne miqate ye?" Akam got, "Li Tehranê zêdeyî 18 milyon kes dimîne. Tevî krîza aboriyê, pirsgirêka avê jî heye. Lewma rewş bi vî rengî ye. Lê cihên modern jî hene, em ê sibe ber bi wir ve jî biçin." Hevsera Akam Hêvî li ber derî bi dilgermî em pêşwazî kir. Piştî silavdanê em li dora sifrê rûniştin. Xwarina wan gelekî xweş bû. Hem li Îranê hem jî li Rojhilatê Kurdistanê xwarin bi giranî bê rûn û bê xwê tên çêkirin. Xwarina li ser sifrê gelekî bi tehm bû. Xwediyê malê got, normal ew xwarinê tevî şarabê didin, lê belê ji ber pirsgirêkên aboriyê nekariye pêşkêşî wan bike. Li dû xwarinê, çay hat.
ROJA DUYEMÎN A LI TEHRANÊ
Di navbera Îranê û Başûrê Kurdistanê-Iraqê de saet û nîvek ferq heye. Danê sibehê saet 9 û nîvan em hişyar bûn û piştî ku me taştêya xwe xwar, ji bo gera li sûka kevn a Tehranê em li taksiyekê siwar bûn. Ajokarê taksiyê diyar kir ku ew wextekê li Japonyayê xebitî, hinekî qala Îran a berê û ya nû kir û dengekî kelogirî got, "Em ji ku derê hatin ku derê." Ajokariya taksiyê li Îranê yek ji karên herî giraın e. Ji ber ku kes di trafîkê de guh nade pîvan û qanûnan.
Em li sûka evn a Tehranê peya bûn. Min bala xwe da derdorê, lê kir nekir mirovekî rû li ken nedît. Rewşa sûka kevn a Tehranê zêde nebaş bû. Me biryar dan ku em biçin kolana Velî Asr ku weke kolana herî modern a Tehranê tê naskirin. Dinya gelekî germ bû. Dema ku bi taksiyê me xwe gihand kolana Velî Asr, tişta ku me dît, ji hemû kolanên din ên Tehranê gelekî cuda bû. Kolan bi daran hatiye xemilandin û av lê dihere. Ji bo em bêhnê vedin û tiştekî bixwin, mem li kafeteryayekê rûniştin. Ji hundir dengê muzîka bi Îngilîzî dihat. Ji menuya wê me fêhm kir ku kafeterya ya yekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Em lê rûniştin û me xwarina xwe xwar. Akam dûre li me geriya, me cihê xwe jê re got û hat cem me. Piştî sohbeteke kurt me em bir ji bo li mala Şah bigerîne.
MALA ŞAH
Ji bo em biçin mala Şah, em ber bi taxa Saîd Abat ve meşiyan. Li vê derê bi dehan qesr û avahî hene. Li aliyê wê yê din jî qadeke şênkahî ya ji dehan metreçargoşeyî, dar û birkên avjeniyê hene. Ji me hebû ku mala Şah malek û hewşek e. Ji destpêkê ve me dît ku ji mal û bexçeyekî zêdetir e. Dîzayna malan gelekî balkêş û bedew bû. Bi hunera destan hatibûn xemilandin. Bi ahengî dekora wê hatibû xemilandin. Dema ku Şah hate hilweşandin, hin malzemeyên malê hatin dizîn, lê dîsa jî piraniya wê orjînal ma. Em nekarîbûn bikevin hinek odeyan. Li hin odeyan jî wêneyênbi lîderên hin welatan re di dema serdanê de hatibûn kişandin, hatibûn daliqandin. Me berê xwe ta mutbexa ku xwarina Şah Riza lê dihate amadekirin. Lîsteya xwarinê bi giranî ji çanda xwarinê ya Îranê pêk dihat. Li vê derê, peykerekî li derve bala min kişand. Min ji Akam pirsî. Wî jî got, "Peykerê bavê Şah Riza Mûhammed Şah e ku ji zîv hatiye çêkirin. Dema ku serdema Şah hate hilweşandin, alîgirên Molayên Şîa ji çongê ve peyker birîn û avêtin ber amal Şah Riza."
BENDAVA AMÎR KABÎR
Piştî gera li beşeke girîng a mala Şah, rêberê me Akam em bir bendava Amîr Kabîr a li ser çemê Karajê. Ev bendava li nava çiyayên bilind hatiye çêkirin xwedî gelek armancan e. Li derdora wê gelek kafe û restoran hatine çêkirin. Piraniya muşteriyên wan Iraqî û yên bi Erebî diaxivin e. Em li restorantekê rûniştin. Hevalê min li wê derê kesekî bi kincê gelêrî yê Kurdî nîşan da û got, "Ez wî nas dikim. Yekî ji Ranya ye. Wextekê serkêşê xayinan (cahşan) bû. Niha li Hewlêrê dimîne û gelekî dewlemend bûye. Piştî ku em ji restorantê derket, telefonek ji hevalê min Dara re hat. Yê lê geriya birayê hevalekî me yê ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji ber ku li Mahabadê kar bi destê wî neket, neçar ma li Tehranê bixebite. Ji sohbeta wan dihate fêhmkirin ku ciwanekî çepgir e. Digot ku par meha Îlonê çûye Stenbolê, li wê derê standa ciwanên HDP'î dîtiye û bi kelecanî qalê dikir ku HDP'ê li Tirkiyeyê atmosfereke xurt afirandiye.
Piştî ku sohbeta me qediya, bi Akam re em çûn malekê. Dara dixwest em başûrê Îranê jî bibînin. Dixwest bajarê peravê yê li bakurê Îranê jî bibîne û bi vî rengî vegerin.
BAKURÊ ÎRANÊ
Wê şevê em li mala Akam man. Serê sibehê me xwe amade kir û ji bo biçin eyaleta Calûsê em çûn termînalê. Calûs eyaleteke li qiraxa derya Qezvînê ye. Derya Qezvînê bi xewyarê xwe navdar e. Piştî ku em ji termînalê derketin, ajokar di rê de ji me re qala Calûsê kir. Her ku em ji Tehranê dûr diketin, hewa hinekî sar dibû, şênkahî û gundên li dora çeman xuya dikirin.
Akam telefonî me kir û pirsî bê em gihîştine Kendovanê yan na. Kendovan cihekî tûrîstîk e û mîna Kapadoya Îranê ye. Bi şorebeya xwe ya tew navdar e.
Bûbû sê saet ku em di rê de bûn. Piştî saeteke din em gihîştin Calûsê.
DI DAWIYA DAWÎ DE EM GIHÎŞTIN CALÛSÊ
Ji kolanên xwe yên fireh û qadên xwe yên şênkahî, diyar bû ku bajarekî bedew e. Hewa gelekî germ bû, lewma ji bo gerê em li bendê man ku bibe êvarê. Piştî ku hinekî dinya hênik bû em li perav geriyan. Piraniya kesên li deryayê avjenî dikirin, mêr bûn. Hejmara jinan gelekî kêm bûn. Ji xwe yên ku avjenî dikirin jî bi kincên li derve li xwe kiribûn, ketibûn nava avê. Min ji xwe re got, "Ev welat ji bo jinan cihekî gelekî zehmet e." Ya rast li gelek welatên Rojhilata Navîn rewşa jinan bi vî rengî ye. Li dû gereke li peravê, me berê xwe dan otelê.
ROJA DUYEMÎN A LI CALÛSÊ
Danê sibehê me li yek ji kafeyan taştê xwar. Dema ku em derketin derve, me dît ku dinya gelekî germ e. Lewma ji bo gerê em li benda êvarê man. Ji bo biçin cihê teleferîk lê hatiye çêkirin em li taksiyekê siwar bûn. Ajokar di sohbetê de got, "Li Calûsê her tişt heye. Eger dilê we biçe vexwarinê ez dikarim ji we re peyda bikim. Eger pêwîstiya we bi jinan hebe, jinên ciwan ên 23-24 salî bi 100-150 tumenî, yên hinekî din ji wan mezintir bi 20-30 lîreyî dixebitin." Min ji ajokar re got, gelo li welatekî wiha bawerhişk, hikumet çawa destûrê dide jiyaneke bi vî rengî? Ajokar jî keniya û got, "Ev qet ne pirsgirêk e." Piştre wesayit xera bû, ajokar kir nekir nekarî çêbike. Ji neçarî pereyê me li me vegerand. Em jî li taksiyeke din siwar bûn. Li ber teleferîkê em peya bûn. Li vê derê ahengiya çiya, derya û daristanê wêneyekî bedew radixist pêş çavan. Min got belkî ez niha li Viyana ya jî Stockholmê me. Malên li nava daristanê mîna yên li Ewropayê hatine çêkirin. Bivê nevê mirov dipirsî ku gelo ev der bi rastî jî Rojhilata Navîn e yan na. Me bilêt kirî û dest bi tûra bi teleferîkê kir. Di ser deryayê re li ber pêlên avê me xwe gihand ser serê çiyê. Ji bilî Farsan, Erebên Iraqî jî li vir hebûn. Piştî saetekê em vegeriyan motelê. Hatibû ber guhê me ku masiyê spî li vir navdar e. Me jî xwest wê bixwîn, lê gotin ku di vê demsalê de nîne. Ji neçarî me jî xwarineke din xwar û ji bo roja din vegerin Tehranê me dest bi amadekariyê kirin.
VEGERA LI TEHRANÊ
Piştî rêwîtiya ji çend saetan me xwe gihand Tehranê û dema em hatin mala Akam me hinekî bêhn vedan. Piştre jî ji bo cihê me li Velî Asr nedîtine bibînin, bi Akam re em derketin. Li kolana Velî Asr li firoşgeh û dikanan bi giranî markayên biyanî tên firotin. Ev marka zêde bala gelê Îranê nakişîne. Berhemên xwe bi kar tîne. Dûz û bê reng. Piştre em li kafeteryayekê rûniştin ku dengê muzîka biyanî jê dihat. Li vê derê jinên ciwan û mêr bi hev re rûniştin û sohbet dikirin. Ku li cihekî min ê em lê geriyan min ev dîmen nedîtibû.
VEGERA LI SINE
Em sibê zû hişyar bûn. Rawestgeha me ya dawî bajarê Sine bû. Dema ku me xwe amade dikir, dengê stranên gerîla ji derve dihat. Gelekî matmayî mabûm. Min ji Akam pirsî; li vê derê li stranên gerîlayên PKK'ê tê guhdarîkirin? Akam jî got, "Bêguman lê tê guhdarîkirin." Ciwanê Rojhilatî yên li vê derê bi taybetî Ocalan baş nas dikin û pirtûkên Ocalan dixwînin.
Di rê de Akam telefonî termînalê kir û 2 bilêt eyar kir. Piştî xatirxwestinê em li wesayitê siwar bûn û li dû rêwîtiya ji 6 saetan em gihîştin Sineyê. Li Sineyê me destpêkê berê xwe da restoranteke bi xwarinên Kurdan navdar e. Piştî 20 deqeyan Viyan hat. Em bi hev re ber bi kafeteryayê meşiyan. Piştî demeke kin, melê bang kir. Vê yekê bala min kişand. Viyan got, "Li vê derê tenê du mizgeftên mezin hene. Destûr nayê dayin ku li taxan mizgeft bên çêkirin. Ya rast li gelemperiya Îranê ciwan guh nadin ol."
Dema hatibû ku em biçin mala hevalê Dara mala Baban. Piştî ku me li malê hinekî bêhn veda, zavayê Baban got, "Ka ez we bibim girê Avyarê. Mîna girê we yê Azmar e." Dema ku em derketin ser girê Avyarê, bi rastî jî mîna girê Azmar ê li Silêmanî, bi şev bajar bi temamî jê dihate dîtin. Dema ku em vegeriyan malê em gelekî westiya bûn û me yekser bêhn veda.
Serê sibê gava em hişyar bûn, Baban ji Dara re qala serdema Şah Riza dikir. Bi xemgînî digot ku di navbera salên 1980-82'an de gelek ciwanên Kurd li Sineyê di demeke kin de şehîd bûn. Digot, "Komara Îslamê kêfa me ya jiyanê ji me stend. Cihekî ku em karibin lê bêhnê vedin nehişt. Em nizanin bê em ê çi bikin."
Êdî dema vegerê hatibû. Ji bo em biçin deriyê sînor ê Merîwanê em hatin termînalê. Em li taksiyekê siwar bûn û me berê xwe dan ser sînor...