RES ên li Karabûnê careke din ji aliyê Walîtiyê ve hatin erêkirin!

Der barê RES ên li Karabûnê de ku bi biryara dadgehê hatin betalkirin, Walîtiyê 3 RES ên cuda erê kir. Ji parêzerên ÇEHAV'ê Altiparmak nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Ew dest jê bernedin, em ê ti carî dest jê bernedin. Têkoşîn dewam dike."

Li Nîvgirava Karabûrûna  Îzmîrê, ku bi xwezaya xwe navdar e, Walîtiya Îzmîrê 3 projeyên Santrala Enerjiya Ba (RES) ên Midûriyeta Hawirdorê ya Bajêr dixwaze bi Çalik Grûp li Ûrla û Sarpancikê çê bike, erê kir.

'LÎSANS HATIBÛ BETALKIRIN'

Ji projeyên ku li ser nerazîbûna welatiyan û saziyên civakî yên sivîl çûn ber destê dadgeriyê Projeya RES Karabûrûn a Koma Lodosê, lîsansa wê ji aliyê 8. Dadgeha Îdare ya Enqereyê ve hatibû betalkirin û biryar hatibû dayîn ku trîbunên wê bê sekinandin. Lê belê Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) careke din lîsans dabû Lodosê û pêvajoyê ji nû ve destpê kiribû.

'BIRYARA SEKINANDINÊ HATIBÛ DAYÎN'

Wekî din 5. Dadgeha Îdare ya Îzmîrê jî, rapora ÇED a projeya Sarpincik RES a li gundên Hasekî û Sarpincik a Çalik Holdîngê betal kir û projeya RES a bi 16 dîrekên turbînê ya li Ûrlayê jî, ji bo wergirtina rapora 'ÇED'ê biryara sekinandina birêvebirinê dabû.

Lê belê tevî vê biryarê jî, pêvajo nesekinî. Li dû civîna li Desteya Nirxandin û Lêkolînê ya Wezarta Bajarvanî û Hawidorê, ji Walîtiyê destûr derket.

'BIRYARA DADGEHÊ TINE TÊ HESIBANDIN'

Li ser navê Parêzerên Tevgera Hawirdor û Ekolojiyê (ÇEHAV) Parêzer Cem Altiparmak ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku rapora 'ji bo projeyên RES'ê yên li Nîvgirava Karabûrûnê hem lîsans hem jî ÇED ne pêwîst e' ji aliyê dadgehê ve hatiye betalkirin û got, "Tevî biryara dadgehê jî, ji bo heman projeya li heman herêmê rabûn gotin 'ÇED biryara erênî dide' û biryara dadgehê tine hesibandin."

'TÊKOŞÎN DEWAM DIKE'

Altiparmak diyar kir ku rapora nû ya ÇED'ê ya hatiye dayîn, tê wateya bicihneanîna biryara dagehê û got, "Ev biryar sûc e, bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê ye. Dadgehê dibêje, 'hûn nikarin li wê herêmê projeya RES'ê çêbikin, ji ber ku kapasîteya xwe derbas kiriye'. Dema projeya RES'ê betal kir jî got, 'cihekî ku zindî lê bijîn, nemaye'. Biryarên dawî yên hatine dayîn parastina şîrketan e. Li hemberî van biryaran wê têkoşîna me bidome. Eger ew dest jê bernedin, em ê ti carî dest jê bernedin."