Qirkirina siyasî didome: Bi dehan kes di bin çavan de ne
Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne.
Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne.
Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne.
WAN
Li navçeya Westanê di encama serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Westanê ya Wanê polîsan li taxa Karşiyakayê bi ser malan de girt. Piştî lêgerînên li malan hate kirin Murat Daniş û Necîp Alan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Westanê.
Sedema binçavkirina welatiyan wekî teqîna duh êvarê dema wesayîta leşkerî derbas dibû hate nîşandan.
ŞIRNEX
Li Şirnexê di kontrala rêyan a ku piştî teqîna 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, di operasyonên hatin destpêkirin de 4 welatiyên din hatin binçavkirin. Li Cizîrê jî polîsên ku bi wesayîtên zirxî ve wesayîtek dan rawestandin 2 ciwan bi derbkirinê binçavkirin.
Leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Mîlliyê ya di navbera Şirnex û bajaroka Gundikê Mele dema ku kontralo rê dikirin teqîn pêk hatibû û di encama vê yekê de li Şirnex û Gundikê Mele leşkeran bi ser malande girtibûn di encama operasyonên binçavkirin de hejmare kesên hatin binçavkirin derket 8 kesan. Di operasyonên duh de 4 kes hatibûn binçavkirin û di operasyonan de Îsmaîl Kizil ê ku ne li mala xwe bû jî dema çû qereqolê hate binçavkirin.
Bi binçavkirina Kizil ve hejmara kesên binçavkirî derket 5 kesan û ji bo îfadeyê şandin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Di çarçoveya heman operasyonê de li gundê Geçîtboyu ya Şirnexê jî Şevre Îdîn, Mahmut Îdîn û Metîn Çakir hatin binçavkirin. Hersê kesên hatin binçavkirin jî birin emniyetê.
LI CIZÎRÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî polîsan li cadeya Varolê bi wesayîtên zirxî wesayîta bi plaqaya 73 FE 920 dan rawestandin û 2 ciwanên ku temenê wan di navbera 22-25'an de ne bi zorê hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku navê ciwanekî Nevzat Oguş e û polîsan bi derbê ciwan bin çav kirine.
Hate hinbûn ku polîsan welatiyên ku li dijî vê yekê derketine jî berê çekên xwe dane welatiyan.
STENBOL
Li Zanîngeha Yildiz Teknîkê ku qeydên xwendekaran didome polîsan êrîşî standa ku xwendekaran ji bo danasînê vekiribûn kir û 7 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Teknînê ya Yildizê (YTU) xwendekarên endamên SGDF, DODEF, Kolektîfa Xwendekaran jî hebûn standa ji bo danasînê vekirine rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên ku standên xwendekaran rakir endamên SGDF'ê Ozgur Bedel, endamên DODEF'ê Îsmaîl Er, Yunus Ege, Haydar Batîk û Vahîre Ermelî û endamên Kolektîfa Xwendekaran Uktu Çîftçî û Fahrîcan Bayraktar binçav kir.
EDÎRNE
Li Edîrneyê di hilbijartinên giştî de namzetê HDP'ê Sedat Zimba û rêveberê HDP'ê Beşîr Bekle û Baran Bekle hatin binçavkirin.
Li Edîrneyê Sedat Zimba yê du di hilbijartinan de namzetê HDP'ê bû û rêveberê HDP'ê Beşîr Bekle, Baran Bekle di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 3 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê.