Qirkirina Ermeniyan li Den Haag hat şermezarkirin

Li bajarê Den Haag bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan mîtîng û panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Den Haag bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan mîtîng û panelek hat lidarxistin.

Ermeniyan bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan li bajarê Den Haag ê Elmanyayê li ber şaredariyê mîtîngek li dar xistin. Girse heta Konsolosxaneya Fexrî ya Tirk meşiya.

Di axaftinên mîtîngê de hat xwestin ku hikûmeta Hollanda qirkirinê nas bike û Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû were.

'NASKIRINA QIRKIRINÊ Û TÊKOŞÎNA HEVPAR’

Ligel vê pêr li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haag têkildarî qirkirinê panelek hat lidarxistin. Di panela ku Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK) li dar xist, Yekîtiya Hêz a Hollanda jî piştgirî da. di panelê de hat xwestin ku qirkirin bê naskirin û banga têkoşîna hevpar hat kirin.

...