BI DÎMEN

'PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 46 salan êrîşên dijmin hemû têk bir'

Şervanên Ereb Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn diyar kirin ku PKK 46 sal in bê navber têdikoşe, êrîşên dijmin hemû têk bir û gotin, PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re.

27'Ê MIJDARÊ

Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn ku du gerîlayên ji gelê Ereb in, li çiyayên Kurdistanê bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo li dijî dagirkeran şer dikin. Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.

Yakûb Fîlîstîn di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku fikrê Rêber Apo îro gihîştiye gelê Ereb û got, "Ji bo me gelê Ereb dibêjin, em bê lîder in. Lê belê lîderê me heye; lîderê me Rêber Apo ye. Belê, gelê Kurd jî dîlgirtî ye, lê belê Rêber Apo lîderê me hemûyan e. Em bi gelê Kurd re weke gelê Ereb jî dîlgirtî ne. Mînaka vê îro Fîlîstîn e. Weke gerîlayên Ereb îdeolojiya Rêber Apo gelekî bandor li me kir. Her wiha em ji pêşengiya şehîd Ezîz Ereb hêzê werdigirin. Di nava partiya me de cudahî di navbera Ereb û Kurdan de nîne. Kurd, Ereb, jin, ciwan ji bo heman armancê şer dikin. Ne tenê li hemberî dewleta Tirk, em li dijî temamiya NATO'yê şer dikin. Ji bilî PKK'ê partiyeke din nikare li hemberî van êrîşên giran bisekine.

Êrîşên dewleta Tirk û dewleta Îsraîlê yên li ser gelan, polîtîkayên wan ên dagirkeriyê weke hev in. Ev herdu dewlet cudahiyê naxin navbera gelan. Dewleta Tirk ji yekîtiya Kurd-Ereb ditirse û ji bo ciwanên Ereb ji Tevgera Azadiyê bi bandor nebin gelek lîstikan dilîze. Lê belê niha di nava tevgerê de gelek hevalên Ereb hene. Dema ku hevaleke-î Ereb dibînin gelekî kêfxweş dibim. Şerê me yê li dijî dijmin bi her cûre taktîk û rêbaza bi bandor dewam dike. Ez jî dema ku tevlî çalakiyan dibim gelekî moral jê werdigirim. Dewleta Tirk di rewşeke gelekî lawaz de ye, ji hebûna hevalekî me bi tenê jî ditirse. Ji ber vê yekê polîtîkayên taybet dimeşîne û hewl dide encamê werbigire. Heta ku Rêber Apo azad nebe, Kurdistan azad nebe, gelên dîlgirtî azad nabin.; ne li Fîlîstînê, ne li Sûriyeyê ne jî li devereke din. Lewma dewlet ji îdeolojiya Rêbertî ditirsin. Banga min li hemû ciwanên Ereb e; Rêber Apo bixwînin û nas bikin. Xwe ji lîstikên delwetê rizgar bikin, werin çiyayên Kurdistanê û nêzî azadiyê bibin."

HETA KU PKK HEBE DAGIRKER NIKARE BI SER BIKEVE

Şervan Agir ê ji Minbicê jî qalê kir bê çawa Tevgera Azadiyê bandor lê kir: "Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî me kir, bi sedan hevalên ji çiyê bi hawara me ve hatin; ji bo şer kirin û şehîd bûn. Ji ber vê yekê şehadeta van hevalan û fikrê Rêber Apo gelekî bandor li min kir. Dema ku tevlî perwerdeya tevgerê bûm, min rastiya Rêbertî hîn bêhtir nas kir. Wê demê min ji xwe re kir armanc ku li dijî dagirkeriyê tevlî nava têkoşînê bibim. Di nava jiyana gerîla de ti carî xwe xerîb nabînim. Gerîla weke malbata xwe dibînim. Ji ber vê yekê bi biryar im ku hemû zehmetiyan ji pêşiya xwe rakim û barê hevrêyên xwe hilgirim."

Gerîla Şervan bal kişand ser salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê û işraet bi girîngiya tevgerê ji bo gelên herêmê kir û got, Rêber Apo gihîştiye armanca xwe. Gerîla Şervan bi dewamî got, "Sala 47'an a damezrandina partiya me bila pîroz be. Damezrandina PKK'ê destpêka têkoşîna azadiyê bû. Rêber Apo di bin tecrîdê de jî ji bo azadiya gelan têdikoşe. Îro PKK bi projeya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re. Dewlet jinê tine dihesibînin, lê belê bi PKK'ê re em hêz û têkoşîna jinê bi çavên xwe dibînin. PKK'ê bi têkoşîna xwe ya ji 46 salan êrîş hemû têk bir. Li gel derfetên kêm jî em teknolojiya pêşketî ya dewleta Tirk têk dibin. Heta ku PKK hebe wê dewleta Tirk ti carî negihêje armanca xwe. Ciwanên Ereb divê Rêber Apo nas bikin, felsefeya wî bixwînin û xwe bi rêxistin bikin."