Qeyûm Wan veguherandiye mîna gundekî

Qeyûmê Wanê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê xesp kiriye, Wan veguherandiye gundekî mezin. Mirov nikare ji ber herî, çal û çopan li kolanên Wanê re derbas bibe.

Qeyûmê AKP’ê 4 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê dagir kiriye û ti xizmetek nekiriye. Beriya hilbijartinên herêmî hemû erd û milkên bajêr yek bi yek firot. Qeyûmê Wan; di nava mehekê de gelek avahiyên mîna park, termînalên otobusan û salonên dawetê dan firotinê û her wiha bi hezaran donim eraziyê şaredariyê jî firotin.

Tê zanîn ku qeyûmê Wanê yê ku bi dehan mal û milkên şaredariyê dane alîgirên xwe û AKP’yiyan, şaredarî xistiye bin deynê bi milyonan TL’ê.

GEL NIKARE AVA VEXWARINÊ PEYDA BIKE

Bajarê Wanê ku xwedî 1 milyon û 500 hezar nifûs e, bi xespa qeyûmê re veguheriye gundekî mega.

Qeyûmê Wanê qadên şînkahiyê yên li navenda bajêr firotiye TOKÎ û AKP’iyan û aniye rewşa betonê. Qasî 4 salan ti xizmet ji bo xelkê Wanê nekiriye. Kesên li taxan dijîn, bi taybetî jî yên li navenda bajêr dijîn bi mehane nikarin ava vexwarinê peyda bikin.

Şêniyên taxê yên ku nikarin ava vexwarinê ya paqij bi dest bixin, neçar dimînin ku pereyê ava bi kar tînin jî bidin û her meh 500 û 1000 TL didin.

WAN DI NAVA 4 SALAN DE VEGUHERÎ GUND

Navçeyên navendî Rêya Armûşê, Tuşba û Artemêt ên Wanê hema bêje bi tevahî bûne gund. Li bajêr çop nayên paqijkirin. Mirov nikare ji ber çal, herî û tozê li kolanan û li ser cadeyan derbas bibin. Li gelek kolan û cadeyên bajêr boriyên ava vexwariyê teqiyane. Ji ber ku ti mudaxele li boriyên avê yên teqiyayî nayê kirin, veguheriye mîna çemên biçûk.