Qeyûm û Covîd-19 bi hev re

Qeyûmê ku şaredariya Colemêrg a HDP’ê dagir kiriye, bi rojan av li ser welatiyan qûr kiriye, qeyûmê li Wanê jî gelşî kom nake.

Li Wanê û Colemêrg ên li ser sînorê Îranê û herî zêde bi metirsiya Koronayê re rû bi rû ne, kiryarên ku rê ji ber belavbûna vîrûsê re vedikin tên pêkanîn.

Xelkê Colemêrgê bi rojain li benda ava vexwarinê ne. Li navenda Colemêrg û taxên wê ava vexwarinê nîne. Li gorî xelkê Colemêrgê; qeyûmê ku şaredarî dagir kiriye, ew bi şewbê re rû bi rû hiştine û rê li ber belavbûna wê vedike.

Qeyûmê li Wanê jî bi rojan e gelaş kom nekiriye. Welatiyan anî ziman ku li kolanên nava taxan bi rojan e gelaş li erdê ne, tevî ku bi dehan car serlêdan jî kirine, lê gelaş kom nekirine.