Qetlîama dewleta Tirk a li ser xwezayê hate protestokirin

Rêxistinên jinan ên li Şirnexê diyar kirin ku dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê dişewitîne û vê talana xwezayê ya bi HES’an protesto kirin.

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê li dijî şewitandina çiyayên Kurdistanê û HES’an a ku dewleta Tirk a faşîst xwezayê talan dike, di çarçoveya ‘Em xwe diparêzin’ de daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Hevseroka HDP’ê Şirnexê Sabûha Akdag, çalakgerên TJA’yê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Çalakgera TJA’yê Emîne Înan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi salan e li ser axa Kurdistanê qetlîam pêk tê û got, “Wê li hemberî van qetlîam û talanan, têkoşîna me ya jinan bidome. Bi mehan Cûdî, Gabar û Besta şewitî û rayedaran tu tişt nekirin.”

Înan diyar kir ku qetlîama li ser xwezayê ferqa wê ji êrîşên li ser jinan tune û got, “Li Kurdistanê bendav û HES tên çêkirin. Ev ne tiştên tesadufî ne. Bi van êrîşan re dixwazin xwezaya me tune bikin. Em jin xwedî li ax û xwezaya xwe derdikevin. Em ê nehêlin ku çand û xwezaya me were wêrankirin. Em jin bang dikin, em nehêlin ku xwezaya me were wêrankirin û em bêdeng nemînin.”

Daxuyanî bi sloganên ‘Em xwe diparêzin’ û çandina daran bi dawî bû.