Qetilkirina Elçî li Viyanayê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Awûstûrya Viyanayê li ber Serkonsolosxaneya Tirk hat protestokirin.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd a Awûstûrya (Fey-Kom) Rîchard Berger û Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan axivîn.
Hevserokê FEY-KOM Rîchard Berger got, “Ji bo gelên Kurd û Tirk hemû kesên wekî din hatine dîtin di nav aştî û azadiyê de bijîn kî dengê xwe derdixe tê xwestin ku li vî welatî yek bi yek bên bêdengkirin.”
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî got ku dema desthildar şer derdixin û dest bi vî şerî dikin, behsa çareserî, aştî, xwişk û biratiyê kirin zehmet e. Ji ber ku Tahîr Elçî ev wezîfeya zehmet tercîh kir, îro hat qetilkirin. Gurkan anî ziman ku qetilkirina Elçî ji polîtîkayên şer ên hikûmetê ne cuda ye.
Gurkan da xuyakirin ku yekane rêya mirov li hember van komkujiyan serî derkeve xurtkirina têkoşîna demokrasî, aştî û kedê ye. Gurkan wiha dewam kir: “Ev jî wezîfeya gelên Tirkiye û bindestên Tirkiyeyê ne.”
Çalakî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.