Qanûna bazirganiyê ye, ne qanûna avhewayê ye

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin anî ziman ku pêşnûmeya 'Qanûna Avhewayê' ya li Meclîsê tê nirxandin 'qanûneke avhewayê' nîne, bi temamî pêşnûmeyek ji bo bazirganiyê ye.

ÎBRAHÎM AKIN

Ji pêşnûme Qanûna Avhewayê ya li Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê tê nirxandin 4 xal hatin qebûlkirin. Tê texmînkirin ku vê hefteyê 16 xal jî bêne qebûlkirin. Qanûna ku muxalefet li ber radibe, li şûna tedbîrên pêwîst têkildarî guhertina avhewayê werbigire, avakirina sîstemeke bazirganiyê ji xwe re dike armanc.

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin anî ziman ku wezareta pêwendîdar soza agahdarkirinê bi cih neanî, encamên civîna li ser avhewayê ya 2022'an parve nekir û soza têkildarî qanûneke avhewayê ya li gorî Peymana Avhewayê ya Parîsê pêk neanî.

Akin bi bîr xist ku roja Sêşemê agahî li ser pêşnûme qanûna ji 20 xalan hate dayin, roja Çarşemê jî li komîsyona Meclîsê hate qebûlkirin û destnîşan kir ku DEM Partî vê yekê weke qanûneke avhewayê nabîne.

Akin got, tê xwestin sîstema bazirganiyê ya karbon, bazareke karbon a vê bazirganiyê û bi taybetî jî sîstemeke bazirganiyê ya emîsyonê ya taybet bê avakirin û got, "Mebest ji qanûna avhewayê ew e ku li hemberî karbon û hilberîna sotemeniya fosîlê tedbîr werin wergirtin; têkildarî çandinî, tenduristî û bi taybetî jî polîtîkayên enerjiyê sîstemek bê sererastkirin. Di vê mijarê de têkildarî faktorên xerabûyî yên avhewayê ti tedbîr nîne."

Îbrahîm Akin anî ziman ku li gorî pêşnûme qanûnê, wê ji aliyê Serokatiya Guhertinên Avhewayê ve Sîstema Bazirganiyê ya Emîsyonê (ETS) bê avakirin û got, "ETS a ku tê xwestin bê avakirin, ji bo peydakirina krediya karbon a bi erzanî ji sektorên diyarkirî re ye ku berheman difiroşe Ewropayê. Bi vî rengî wê di sektorên zibil, hesin-pola, elektrîk, hîdrojen çîmento û alumînyûmê de destê wan sivik bibe. 'Bidestxistina derfetên firotina ji derve ya hevrikiyê' ku wezaret qalê dike, wê wan ji berpirsyariya bacê rizgar bike."

Îbrahîm Akin ragihand ku li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê wê li ser avhewa karbonê civîneke bilind bê lidarxistin, lê belê fîrmayên ku beşdarî vê civînê bibin û yên sponsoriyê jê re dikin, hemû ji ber qirêjkirina hawirdorê hatin darizandin.