Projeyên kooperatîfê li Şehbayê sîstemeke nû ya pêşvebirina aboriya civakî ye

Li Şehbayê armanca sereke ji projeyên kooperatîfan pêşvebirina aboriya civakî bi çanda hevkariyê ye. Bi saya van projeyan di nava salekê de ji sedî 35 bêkariya li Şehbayê kêm bûye.

Xelkê Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçberî herêma Şehbayê bûye, ji bo vegera li cih û warên xwe di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de li ber xwe dide.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê tevî şêniyên herêmê 6 sal in li hemberî dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Di nava rewşeke giran a aborî de, ku bi kêmbûna qîmetê Lîreyê Sûriyeyê re hîn giran bû, hewl didin debara xwe bikin.

Ji bo pêşvebirina aboriya civakî ya koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê, Desteya Aboriyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê 'Projeyên Kooperatîfê' da destpêkirin.

Ji pêşengên van projeyan Yehya Hesen ji ANF'ê re li ser mijarê axivî.

Yehya Hesen bi bîr xist ku herêma Şehbayê beriya bê rizgarkirin ji aliyê çeteyan ve hatibû wêrankirin, binesaziya wê hatibû rûxandin, lewma xelkê Efrînê û şêniyên Şehbayê di nava şert û mercên gelekî giran de dest bi jiyana li herêmê kirin.

Yehya Hesen anî ziman ku Desteya Aboriyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê dît ku nêzî 2.500 hektar zeviyên bê xwedî di destê wan de ye û got, "Ji ber taybetmendiya xelkê Efrînê ya karê hevpar û dilsoziya bi çandiniyê re, me projeyên kooperatîfê ji bo xelkê koçber û yê resen ê Şehbayê pêşniyar kir. Ji bo xelk ji nû ve bikeve nava kar."

Hesen diyar kir ku projeyên kooperatîfê li Şehbayê bi alîkariya komun û meclîsan sala 2022'an destpê kirin û got, "Xelk an jî malbatên ku ji çandiniyê fêhm dikin û dilsozê çandiniyê ne dikarin projeyên kooperatîfê bi pêş bixin. Komunên li seranserê gund û navçeya Şehbayê ne, nav û malbatên ku dikarin van projeyan pêk bînin, bi rêya meclîsên navçeyan em agahdar kirin. Bi vî rengî me civînek ji bo her kesên dixwazin tevlî projeyê bibin lidar xistin."

Yehya Hesen derheqa çawaniya bidestxisitina projeyan jî got "Ji bo bidestxistina projeyan pêwîst bû 5 malbat an jî zêdetir kom bibe gel hev û projeyekê bi dest bixe. Bi wê re gelek proje hatin avakirin û ji bo her projeyekê berdevkek hate diyarkirin. Her berdevekek piştî ku erdê xwe ku derdora 1 hektarî ye dît bi me re civiya û diyar kir ku wê çi di wê erdê de biçîne. Ji bo em xwe têrkirinekê li heremê bidin avakirin me 10 cûre ji tovan ji berdevkên projeyan re pêşnyar kir, ew jî genim, ceh, nîsk, nok û gelek cûreyên din ên ku ji bo herêmê her tim pêwîst  in. Bi wê re xwediyên projeyan ketin nav zeviyên xwe û dest bi ajotina zeviyan kirin. Ew jî ji bo jêkirina gihayên zirar ji bo axê û li gorî pêşnyarên berdevkên projeyan me weke komîteyên kooperatîf tov ji wan re dabîn kirin. Ew tov hatin çandin û ji bo dewama demsalê bi awayekî tendurist me hem dermanên şitlan hem jî vîtamînên axê ji bo projeyan didan. Di her pêvejoyekê de komîteya me di şopandina projeyan de mijûl dibû da ku xelk zirarê nebîne. Di dawiyê de jî ji bo çinîna mewsimê em bi gelê xwe re dibûn alîkar û me patoz û hemû pêwîstiyên rakirina mewsimê dabîn kirin. Piştî berhem hate derxistin tovên ku ji bo çandina zeviyan me dane li kêlek wê derman û vîtamînên ku me dane xwediyên projeyan ji me re hatin vegerandin ji bo di salên pey wê re dîsa em biçînin. Herî dawî qezencên ku ji projeyê hatiye bidestxisitin ger erd bejî be 10% ji bo sendîkaya pêşxistina kooperatîfê diçe û 90% ji xwediyên projeyan re diçe, lê ger erd avî be 15% ji bo sendîkaay pêşxistina kooperatîfê diçe  û 85%  ji xwediyên projeyan re diçe."

Hevserokê Projeyên Kooperatîfê Yehya Hesen wiha dewam kir: "Ji bilî projeyên çandiniyê projeyên me yên pişesaziyê jî hene. Ji bo bidestxisitna projeyên pêşesaziyê heman şertên qebûlkirinê ya projeyên çandinî li ser projeyên pêşesazî jî tên meşandin. Hemû pêwîstî ji xwediyê projeyan re tê dabîn kirin, lê di dawiyê de qezenca ku ji wan projeyan hatiye bidestxisitn tenê 5% ji bo sendîkaya pêşxistina kooperatîfê diçe. Ji ber wê li Şehbayê projeyên pîşesaziya avakirina firneyan ne û fabîrqeyên xwarinên pez û sewalan û febrîqeya mast û penêr e. Lê ji ber doprêça hikumeta Şamê û êrîş û topbaranên dagirkeriya dewleta Tirk nearamiyek li herêmê daye avakirin. Ew jî dihêle ku projeyên pîşesaziyê bi pêşnekevin û neyên avakirin."

Hesen diyar kir li kêlek hedefa sereke ya karê hevbeş ji van projeyan yek ji hedefên li hemberî bêkariya li Şehbayê ye û got, bi saya projeyên kooperatîfê ku ji sala çûyî de hatiye avakirin 35% ji bêkariya li Şehbayê kêm bûye. Her wiha bi wê re pêşî li koçberiya ji ber rewşa aborî hate girtin û gelek pirsgirêkên malbatan ên aborî tên çareserkirin.

Yehya Hesen herî dawî got, "Dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser herêmê ve ji bo pêşxistina projeyên me her tim astengdar in. Ji bo dabînkirina pêwîstiyên çandiniyê her tim em di nava kaosekê de ne. Li kêleka wê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê dihêle ku zeviyên projeyan rastî şewitandinê werin. Lê dîsa jî em û xelk û koçberên vê herêmê bi israr in ku projeyên xwe bi ser bixînin û mînaka wê yekê jî di sala çûyî de nêzî 250 Projeyên Kooperatîfê hatin avakirin. Lê îsala zêdertirî 300 Proje hene û hejmar her ber zêde bûnê ye."