Prof Onder: Kedkarên me werîsê darvekirinê dixin stûyê xwe

Prof. Îzzettîn Onder diyar kir ku mûçeyê kêmtirîn ê ji 1.900 TL'yî ku sendîka dixwazin kêm e û destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan bêrêxistinbûyîn e.

Prof. Îzzettîn Onder diyar kir ku mûçeyê kêmtirîn ê ji 1.900 TL'yî ku sendîka dixwazin kêm e û destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan bêrêxistinbûyîn e.

Hikûmeta AKP'ê biryar da ku soza mûçeyê kêmtirîn ê ji 1.300 TL'yî bi 1'ê Çileyê re bixe meriyetê. Li gorî daneyên ji aliyê şîrketa DÎSK-AR a ser bi DÎSK'ê ve hatin aşkerakirin, sînorê birçîbûnê yê îro 1.393 lîre, sînorê xizaniyê 4.403 lîre ye. DÎSK a ku ji bo 'jiyaneke însanî' ya li Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn ê AKP diyar dike têr nabîne, dixwaze mûçeyê kêmtirîn 1.900 lîre be.

Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder mijar ji ANF'ê re nirxand.

'1.900 TL JÎ KÊM E'

Îzzettîn Onder da xuyakirin, ku li gorî daneyên ewçend objektîf, daxwaza sendîkayên kedkaran a ji 1.900 TL'yî jî kêm e û got, "Dema sînorê birçîbûnê tê gotin, madeyên xwarinê dikeve rojevê. Halbûkî pêwîstiyên gelekî cuda û mecbûrî yên mirovan û malbatan hene. Xuya ye kedkar ji sînorê birçîbûnê rizgar bibin jî wê nikaribin xwe ji sînorê xizaniyê rizgar bikin."

Onder, der barê sedema vê rewşê de tevî kêmasiyên hilberîna aboriyê bal kişand ser hewldanên bêrêxistinkirin û rewşa bêrêxistinî ya kedkaran.

'DIVÊ KEDKAR DENGÊ XWE BIDIN PARTIYÊN ÇEP'

Onder ragihand ku hikûmet yek ji lingên çareseriya pirsgirêkê ye û got, "Karker bi destekkirina polîtîkayên hikûmetê re dixwaze xwe bikişîne cem wê. Li gorî pîvandinên dawî, beşeke girîng a civakê û kedkaran dengê xwe da partiyeke polîtîk a mûçeya kêmtirîn dikişîne sînorê birçîbûnê. heta ku ev derdor vê biryara xwe ya dengdayînê di ber çavan re derbas eke, wê ji hikûmetê tiştekî ji vê zêdetir neyê hêvîkirin. Bi kurtasî rewşeke welê tê afirandin, ku mîna kedkarên me werîsê darvekirinê bi xwe xistine stûyê xwe. Eger kedkar dengê xwe bidin partiyên çep, ev partî nebin desthilatdar jî, wê karibin zextê li desthilatdariyê û sermayedaran bikin." Onder destnîşan kir ku heta sendîkayên kedkaran di nava sîstemê de bimîne, wê xizmetê ji kedê re nekin, wê xizmetê ji sîstemê re bikin.